Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ev pêvajo wê herî zêde bibe Ronesansa Êzidiyan
BI DÎMEN

Li dijî komkujiya li hemberî Elewiyan li Swîsreyê kampanya îmzeyan destpê kir

Ji bo rawestandina komkujiya li hemberî Elewiyan kampanya îmzeyan hate destpêkirin.

Ji bo komkujiyên ku HTŞ li hemberî Elewiyan dike bê rawestandin, li Swîsreyê kampanya îmzeyan hate destpêkirin. Dergaha Bernê ku Komeleya Danasîna Çanda Elewî ye, bi vê armancê li qada Bahnhofê stant danî.

Di çalakiyê de ku pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê jî piştgirî dan, bang hate kirin ku li hemberî sûcê li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê tê kirin, bêdeng nemînin.

Kampanya îmzeyan wê li bajarên din ên Swîsreyê dewam bike û îmzeyên têne komkirin radestî Neteweyên Yekbûyî bêne kirin.