EWROPA
Hemû Nûçe
-
Li Parîsê çalakiya Roja Windayan hat lidarxistin
Li Parîsê bi beşdariya gelek kesan çalakiya Roja Windayan a Cîhanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de hovîtiya dewleta Tirk hat şermezarkirin. -
Dadgeha Kolnê: Kiryara li hemberî şandeya ku diçû Kurdistanê derqanûnî ye
Dadgeha Îdarî ya Kolnê biryar da ku qedexeyên li dijî şandeya aştiyê ya diçû Kurdistanê, derqanûnî ne. -
Ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê hate kirin
Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj ji bo meşa ku bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir -
Li Kîelê kampa çalakiya li dijî şerî destpê dike
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê wê di navbera 3-8’ê Îlonê de kamp û rojên çalakiyan yên li dijî endustriya şerî, zext û dagirkeriyê werin lidarxistin. -
Ji Dadgeha Elman biryara mînak: Hesekê ji bo sivîlan ewle ye
Dadgeheke Elman têkildarî serlêdaneke penaberiyê ya bazirganekî mirovan de biryareke mînak da. Dadgehê hikum da ku Hesekê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê birêvebirin, ji bo sivîlan cihekî ewle ye. -
Li Berlînê Konferansa Aştî û Demokrasiyê
Bi beşdariya akademîsyen, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran wê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Berlînê 'Konferansa Aştî û Demokrasiyê' bê lidarxistin. -
NUJ’ê qetilkirina rojnamevanan şermezar kir
Yekîtiya Rojnamevanên Navneteweyî qetilkirina rojnamevanên Kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir. -
Di çalakiya li ber NY’ de banga tevlîbûna Meşa Dirêj hat kirin
Di çalakiya Cenevreyê de ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, tecrîd û êrîşên dagirkeriyê hatin teşhîr kirin û banga tevlîbûna Meşa Dirêj hat kirin ku wê 31’ê Tebaxê li Lozanê destpê bike. -
Ciwanan ji bo meşa Lozan-Cenevre bang kirin
Tevgerên Ciwanên Kurd, TCŞ û TekoJIn bang li ciwanan kirin ku tevlî meşa dirêj bibin ku wê 31'ê Tebaxê li Lozanê destpê bike û heta Cenevreyê bidome. -
Qetilkirina rojnamevanan li Chur û Muhinê hat şermezarkirin
Qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li bajarê Chur ê Swîsreyê û li bajarê Munih ê Elmanyayê hat protestokirin. -
Jinên Kurd û Hindî: Dev ji komkujiyên jinan berdin!
Jinan rojnamevanên jin ên ku di 23’ê Tebaxê de li Silêmaniyê şehîd bûn û Dr. Momîta Debnath a ku li Hindistanê piştî tecawizê hat qetilkirin bi bîr anîn û li hemberî komkujiya jinan banga piştevaniya jinan a gerdûnî kirin. -
Li Bremenê qetilkirina rojnamevanan hat şermezarkirin
Li Bremenê qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hat şermezarkirin. Di çalakiyê de hat xwestin ku li dijî êrîşa dewleta Tirk û hevkariya PDK'ê helwest were nîşandan. -
Dostê Kurd Saleh Mamon jiyana xwe ji dest da
Endamekî çalak ê kampanyaya Freedom for Ocalan (Ji Ocalan re azadî), akademîsyenê Zanîngeha Londonê û dostê Kurdan Saleh Mamon ê ji Kenyayê, jiyana xwe ji dest da. -
Aboriya Elman di çaryeka duyemîn de kêm kir
Li gorî texmînên dawî yên enstîtuya statîstîkan a Elmanyayê (Destatis) ku roja Sêşemê weşand, Hatineya Navxweyî ya Xeyrî Safî (HNXS) di çaryeka duyemîn de bi rengekî ku nehate texmînkirin bi rêjeya ji sedî 0.1 kêm kir. -
Mike Arnott: Azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e
Serokê Konsfederasyona Sendîkayan a Dundee ya Skoçyayê Mike Arnott got, "Azadiya Abdullah Ocalan gelekî girîng e. Fikrê Abdullah Ocalan li cîhanê çavkaniya sûdwergirtinê ye." -
Li Ewropayê qetilkirina rojnamevanên jin hatin şermezarkirin
Qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn li gelek navendên Ewropayê bi çalakiyan hate şermezarkirin. -
Komîteya Amadekar a Meşa Dirêj: Li dora Rêber Apo bicivin
Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalist ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15-20’ê Îlonê de dest bi “Meşa Dirêj” bikin. -
Êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan li Torontoyê hate şermezarkirin
Kurdên li Torontoyê, êrişa dewleta Tirk a dagirker a li Silêmaniyeyê şermezar kirin ku 2 rojnamevanên jin hatin qetilkirin. -
15’ê Tebaxê li Liverpoolê hate pîrozkirin
Kurdistaniyên li Liverpoolê hatin gel hev, 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê bi gerandina govendê bi coş pîroz kirin. -
Li Herfordê bîranîna cangoriyên Şengalê
Di bîranînê de ku bi wesîleya salvegera 6'emîn a şehadeta Zekî Şengalî hate lidarxistin, hemû cangorî hatin bîranîn. -
Li Bordeauxê êrîşa li Silêmaniyê hate şermezarkirin
Li Bordeauxê di çalakiya şermezarkirina qetilkirina rojnamevanên jin de wiha hat gotin: “Divê ti Kurdekî bi şeref vê nemerdiyê û vê xiyanetê qebûl neke." -
Piştevaniya Jinê ya Ewropayê qetilkirina rojnamegerên jin şermezar kir
Piştevaniya Jinê ya Ewropayê daxuyand ku ew ê bîranînên rojnamegerên hatin qetilkirin di têkoşîna xwe de bidomînin û hesabê komkujiyê bipirsin û got: "Hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê divê bizane ku em bi her kuştinê re dîsa bi hêztir radibin ser piyan.” -
Cejna Vejînê li Giessenê hat pîrozkirin
Li Giessenê bi boneya 40'emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê şahiyek hat lidarxistin. -
Ji bo şehîdên Çapemeniya Azad li Duisburgê sersaxî hat danîn
Malbata Tara ji bo rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin li bajarê Duisbûrg ê Elmanyayê sersaxî qebûl kir. -
Çalakiyên protestoyî didomin: Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin!
Li bajarê Freibûrgê yê Elmanya û Melboûrne yê Awustralyayê qetilkirina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve hat protestokirin û peyama “Ew ê nekaribin dengê heqîqetê bibirin” hat dayîn.