Komkujiya Kobanê li Darmstadtê hat protestokirin
Komkujiya Kobanê ku 7 jê zarok 9 kesên ji heman malbatê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Darmstadtê bi çalakiyekê hat protestokirin.
Komkujiya Kobanê ku 7 jê zarok 9 kesên ji heman malbatê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Darmstadtê bi çalakiyekê hat protestokirin.
Dewleta Tirk li gundê Berxbotanê yê Kobanê bi SÎHA’yan êrîşî malekê kir. Di êrîşê de dayik û bav û 7 zarokên wan hatin qetilkirin. Komkujî li bajarê Darmstadt yê Elmanyayê bi çalakiyekê hat protestokirin.
Çalakî li qada Luisenplatzê hat lidarxistin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di çalakiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin.
Çalakî piştî axaftinên bi Elmanî bi dawî bû.