Civaka Azad a Britanyayê ku sêwana rêxistinê ya meclîs û komunên weke PYD, PJAK, Kongreya Star, rêxistinên jinan û ciwanan e 10’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist. Kongre bi dirûşmeya “Em Civaka Demokratîk û Aştiyê Avadikin” û “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî bi ser bikevin” li avahiya KCC’ê ya li Londonê hat lidarxistin. Kongreya ku delegeyên hemû komun, meclîs û tevgeran tevlî bûn, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Kongreya ku bi hilbijartina dîwanê dest pê kir, diyarî ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan hate kirin.
Di kongreyê de banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo hate silavkirin û dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal bi rêya vîdeo-konferansê beşdarî kongreyê bû û li ser geşedanên li Rojhilata Navîn, banga Rêber Apo, biryara fesixkirina PKK’ê û erkên bingehîn ên meclîsan di pêvajoya pêşiya me de, nirxandinan kir. Remzî Kartal bilêv kir ku banga Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê ye û destnîşan kir ku avakirin û pêşxistina pergalekî demokratîk û ekolojîk berpirsyariyên wan ên bingehîn in.
Kartal anî ziman ku ne tenê li Kurdistan û Rojhilata Navîn li dijî hemû newekhevî, zext, şerên hegemonîk, zîhniyeta mêr û qirkirina ekolojîk ên li cîhanê îdiaya jiyanîkirina Sosyalîzma Civakî ya Demokratîk hildigirin û got ku divê hemû avaniyên rêxistinî rêxistinbûna komunal jiyanî bikin.
Kartal îşaret bi dîplomasiya gel kir û diyar kir ku divê rêxistinbûneke civakî ya demokratîk û komunal were avakirin ku bikaribe hemû beşên civakî yên li Britanyayê di nava xwe de bihewîne.
Piştî Kartal rapora 10’emîn Kongreya Civaka Azad hate xwendin ku raporên hemû avaniyan di nav de cih digirt. Di raporê de hate destnîşankirin ku Civaka Azad yekbûna civaka azad armanc dike û berpirsyariya rêxistin û sazîbûneke li gorî vê armancê li xwe girtiye, lê ev yek bi temamî neketiye pratîkê.
CIVAKA AZAD REXNEDAYÎN DA
Modela rêxistinkirinê ya Civaka Azad ji bo Kurdên li dîasporayê dijîn sîstemekî girîng e û ev tespît hatin kirin: “Lê belê, pratîka rêveberiyê ya ku bi termînolojiya îdeolojîk a navendî û hişk hatiye sînordarkirin û bi statuya têkiliyên ne kolektîf hatiye şekilkirin, ji armanca yekîtiya civakê dûr ketiye. Têkiliyên me yên di navbera ferd û civakê de, wekî ku Rêber Apo jî diyar kiriye, gihîştine xala xirabûnê. Têkiliyên me yên rêxistinbûnê bi gel re, ber bi rewşeke wisa ve diçin ku dişibe têkiliya ku tarîqatek bi ferdan re datîne an jî girêdaneke serwet-selametê.
Di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de têkiliya ferd-civak; li ser parastina maf û hiqûqê, xurtkirina yekîtiya demokratîk a cudahiyan û sazkirina wê bingeha xwe digire. Lê belê, em niha li xalekê ne ku xwe dubare dike, li dijî guherînê berxwedanê dike û di warê nûjenbûnê de paşde maye.
Raporên rêxistinî û siyasî bi giranî rexnedayînê dihewîne, lê di heman demê de li gorî Paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo û mîrata dîrokî ya Têkoşîna Azadiya Kurd, biryardariya avakirina sîstema komunal a demokratîk hate ragihandin.”
Piştî raporê, delegeyan nîqaşên kûr kirin.
JI VEJÎNÊ BER BI AZADIYÊ VE
Di kongreyê de 12’emîn Kongreya PKK’ê hat silavkirin û hate gotin, “Gelê Kurd xwedî berxwedana kevneşopiyekî ya sedsalî ye. PKK’ê, gelekî ku hebûna wan dihat înkarkirin û navê wan nedihat bilêvkirin, ji nûve vejand. Ji înkarê ber bi vejînê, ji vejînê ber bi azadiyê ve bir.”
Piştî rapora rêxistinê, têkildarî dema nû pêşniyar hatinkirin û nîqaşkirin. Piştî nirxandinan di kongreyê ji bo rêveberiya nû hilbijartin hat kirin. Di hilbijartinê de ji bo komîteyên wekî Têkiliyên Derve, Çapemenî, Çand, Dîsiplîn, Çavdêrî û Perwerdehiyê deng hatin bikaranîn. Di 10’emîn Kongreya Civaka Azad a Britanyayê de Songul Maraş û Êrîş Silêman wekî hevserokên nû hatin hilbijartin.