Konferansa Serhildana 1925’an bi dawî bû
Konferansa Serhildana 1925’an a ku 2 roj in li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin, piştî nîqaşan bi dawî bû.
Konferansa Serhildana 1925’an a ku 2 roj in li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin, piştî nîqaşan bi dawî bû.
Konferansa Serhildaniya 1925’an a ku 2 roj in li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin, bi rûniştina pêncemîn a li ser çarçoveya çandî, civakî û wêjeyî yên serhildana Şêx Seîd berdewam kir. Di rûniştinê de koçberî, sirgûnî, tundiya dewletê, çanda devkî, wêjeyî û bîra civakî bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Konferansa ku di çarçoveya çalakiyên bîranîna Serhildana Şêx Seîd de berdewam kir, bi rûniştina pêncemîn a ku ji hêla Dr. Ayhan Işik ve hate birêvebirin bi dawî bû.
Rûniştina Pêncemîn: Cihê Şêx Seîd û Tevgera Azadiyê di Bîra Çandî, Wêjeyî û Civakî de hate nîqaşkirin. Namzeta doktorayê Merve Firat bi sernavê "Piştî Tevgera Şêx Seîd a 1925an, koçberiya bi zorê û polîtîkayên sirgûnkirinê" pêşkêşiyek kir. Merve Firat li ser sirgûniya ku malbata Şêx Seîd piştî serhildanê û bûyerên sirgûniyê yên li Kurdistanê jiyaye axivî. Merve Firat behsa bûyerên trajîk û pratîkên berxwedanê yên di vê pêvajoya koçberiyê de qewimîn, kir.
Merve Firat li ser hewlên Şêx Elîriza yên bi taybetî li ser xeta Îran û Îranê ji bo avakirina yekîtiya siyasî ya Kurdan rawestiya û anî ziman ku ev yek ji Îngiltereyê ve hat astengkirin. Merve Firat bi bîr xist ku bi darê zorê li Bexdayê hatin bicihkirin. Merve Firat polîtîkayên sirgûn û bicihbûna bi darê zorê yên ku piştî serhildanê pêk hatin, li ser malbatan rave kir. Merve Firat belgeyên ku jin û zarokên sirgûnî Rojava bûne bi Tirkî nizanin, trajediyên ku wan jiyane û têkoşîna wan a ji bo jiyanê pêşkêş kir.
Dr. Delal Aydin jî mijara "Ji Şêx Seîd heta îro: Berdewamiya tundiya dewletê û berxwedana Kurdan" vegot.
Delal Aydin diyar kir ku Serhildana 1925’an ne tenê serhildanek bû û destnîşan kir ku ew serdemeke krîtîk bû. Dele Aydin diyar kir ku dewletê di wê pêvajoyê de armanc kir ku ne tenê bi awayekî fîzîkî, di heman demê de nasnameya Kurd a sembolîk û civakî tepeser bike. Delal Aydin bûyerên piştî serhildanê û siyaseta tundiyê ya li dijî gel wekî celebeke zilm û zordariya domdar nirxand û got, "Tişta ku di sala 1925’an de qewimî beşek ji wê demê ye." Delal Aydin anî ziman ku Şêx Seîd hem rêber, hem jî sembolek olî û neteweyî bû û got ku darvekirina wî di heman demê de destwerdanek li bîr, aîdiyet û siberoja gelê Kurd bû.
Parêzer û jivîskar Omer Guneş, bi sernavê "Bandora dengbêjî û muzîka Kurdî ya li ser Tevgera Azadiyê ya 1925’an" pêşkêşiyek kir. Omer Guneş bi bîr xist ku hunera dengbêjiyê di wê serdemê de roleke navendî di Serhildana Şêx Seîd û bîra civakî de lîstiye.
Guneş diyar kir ku vegotinên devkî yên dengbêjiyê hem bîra kolektîf û hem jî ezmûnên takekesî veguhestiye nifşên din û got, "Ev hunera devkî di qadên civakî yên ku gel lê dicive, qehwexane, li malên mirovên navdar ên civakê û di civînên cûrbecûr ên civakî de hatiye parvekirin û bi vî awayî hişmendiya dîrokî parastiye."
Guneş destnîşn kir ku dengbejî ne tenê wekî şêweyek hunerî bi pêş ketiye, di heman demê de wekî amûrek bîra çandî jî bi pêş ketiye û berxwedan û hişmendiya nasnameyê jî zindî hiştiye.
Doç. Prof. Dr. Selîm Temo di pêşkêşiya "Di wêje û helbesta Kurdî de Şêx Seîd" de li ser bandora tevgerê ya li ser wêje û helbestê rawestiya.
Temo wateya serhildana Şêx Seîd û kesayetên dîrokî yên piştî wê ya di wêjeyê de vegot.