EWROPA
Hemû Nûçe
-
4 sal û 3 meh ceza li siyasetmedar Kenan Ayaz hat birîn
Danişîna biryarê ya siyasetmedarê Kurd Kenan Ayaz li Dadgeha Eyaleta Hamburgê hat dîtin. Dadgehê 4 sal û 3 meh ceza li Ayaz birî. Kurdistaniyan biryar li ber dadgehê şermezar kirin. -
Li Sydneyê Kurd û gelên din hatin ba hev
Bi boneya “Roja Kesên bi Darê Zorê Hatine Windakirin a Navneteweyî” ku di sala 2011’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat îlankirin, Kurd û nûnerên gelên cuda li bajarê Sydney ê Awustralyayê hatin bav hev. -
Li dijî tecrîd û dagirkeriyê banga ji bo tevlîbûna Festîvala Çanda Kurd
FCDK-KAWA’yê li hemberî tecrîd û êrîşên dagirkeriyê banga tevlîbûna 32’yemîn Festîvala Çanda Kurdî ya Neteweyî kir. -
Ciwanên NRW'ê ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê kirin
Ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ji bo Meşa Dirêj banga tevlîbûnê kirin ku wê di navbera 15-20'ê Îlonê de bi dirûşma 'Azadî ji Rêber Apo re, Çareserî ji pirsirêka Kurd re' li Elmanyayê bê lidarxistin. -
Rojnamevanên jin ên hatin qetilkirin li Edinburghê hatin bîranîn
Di bîranînê de xwişka Gulistan Tara Dîcle Tara axivî û got, "Gulistan çû lê bi hezaran Gulistan wê bên. Ew bû sembola berxwedanê. Em bi wê serbilind in." -
Şehîd Tekîn Goyî li Zurihê hat bibîranîn
Birayê şehîd fermandar Tekîn Goyî Kemal Unver li Zurihê sersaxî qebûl kir û got: "Em soz didin şehîdên xwe ku heta Kurdistan azad bibe em ê ji têkoşîna xwe paşde gav navêjin." -
Encamnameya konferansa Berlînê hat eşkerekirin
Encamnameya ”Konferansa Aştî, Diyalog û Demokrasiyê" ya li Berlînê hat eşkerekirin. Di necamnameyê de banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û biryarên ji bo pêşxistina têkoşîna aştiyê hatin ragihandin. -
4 şehîdên azadiya Kurdistanê li Lozanê hatin bibîranîn
Çar Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên di dem û cihên cuda de şehîd bûbûn, li Lozanê bi merasîmekê hatin bibîranîn. -
Parlamenterên Skoçyayî: Muzakereya bi Abdullah Ocalan re wê aştiyê misoger bike
Parlamenter, rêxistinên ciwanan û endamên Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) diyar kirin ku pêvajoya diyalog û muzakereyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk were wê aştiyê bi xwe re bîne. -
Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Berlînê di roja duyemîn de ye
Konferansa Aştî û Demokrasiyê ku li paytexta Elmanya Berlînê tê lidarxistin, bi panela bi sernavê "Qirkirina civakî, qirkirina jinê û qirkirina ekolojiyê" di roja duyemîn de dewam kir. -
Li Almanyayê bal li ser Saksonya û Thuringenê ye: Metirsiya rastgiriya tund mezin dibe
Di atmosfereke welê de ku rojên derbasbûyî 3 kes di encama êrîşeke olperestiya tund de jiyana xwe ji dest dan, li eyaletên Saksonya û Thuringenê yên Elmanyayê hilbijartin pêk tê. Tê payin ku rastgiriya tund dengê xwe gelekî zêde bike. -
Ji Tevgera Ciwanan li Dusseldorfê bîranîna şehîdan
Di çalakiya tevgera ciwanan de ku şehîd hatin bîranîn, işaret bi girîngiya rêxistiniya ciwanan a ji bo avakirina jiyana azad û azadiya Kurdistanê hate kirin. -
Li Draguignanê meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Draguignanê meşek hate lidarxistin. Di meşê de êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk jî hatin şermezarkirin. -
Xwedî li Rêber Apo derkevin û li dora berxwedana gerîla bicivin’
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê meş hat lidarxistin û bang li gelê Kurd hate kirin ku li dora berxwedana Gerîlayên Azadiyê bicivin -
Ciwanan li Bordeauxê li dijî tecrîdê meşiyan
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi pêşengiya TCŞ’ê meş hat lidarxistin. Di meşê de wiha hate gotin, “Çawa ku Rêber Apo 26 sal in li Îmraliyê li ber xwe dide, divê em jî bi vî rengî li qadan berxwe bidin.” -
Meşa Dirêj li ber NY’ê bi dawî bû: Ji Rêber Apo re azadî!
Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bû. -
Di konferansa Berlînê de sûcên şer ên dewletan hate nîqaşkirin
Di Konferansa Aşitî û Demokrasiyê de ku li Berlînê tê lidarxistin de mijara ‘Sûcên Şer ên Dewletan’ hate nîqaşkirin û hate destnîşankirin ku ev pêvajo dibe bi têkoşîna gelan bi dawî bibe. -
Konferansa Aştî û Demokrasiyê: Saziyên navneteweyî tecrîda Îmraliyê paşguh dikin
Di rûniştina 3’emîn konferansa li Berlînê de panela bi sernavê ‘Li Îmraliyê tecrîd û îzolasyon’ hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn got ku dewleta Tirk li gorî peymanên navneteweyî tevnagere û saziyên navneteweyî tecrîdê paşguh dikin. -
Konferansa li Berlînê bi panela ‘Tecrûbeya Pêvajoyên Muzakereyê' dewam kir
'Konferansa Aştî û Demokrasiyê' ya li Berlînê bi panela ‘Di Pêvajoyên Şer-Pevçûn û Muzakereyê de Tecrûbeya Tevgerên Muxalefetê' dewam kir. -
Li Berlînê Konferansa Aşitî û Demokrasiyê: Abdullah Ocalan divê azad bibe
Di Konferansa Aşitî û Demokrasiyê de ku li Berlîn a paytextê Elmanyayê hate lidarxistin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn. -
Li Lozanê Meşa Azadiyê bi coşeke mezin destpê kir
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ bi pêşengiya TCŞ û TEKOJIN Meşa dirêj li bajarê Lozanê destpê kir. -
Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bû rojeva konferansa SNP’ê
Skoçyayî di konferansa asayî ya salane ya SNP'ê ya li Skoçyayê de eleqeyeke mezin nîşanî standa 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dan. Endamê Komîteya Rêveberiya Navendî ya SNP'ê Chrîs Stephens got, "Ji bo kampanya bi ser bikeve em ê bixebitin." -
Qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn hate şermezarkirin
Li Atînayê qetilkirina Gulistan Tara û Hêro Bahadîn a ji aliyê dewleta Tirk ve hate protestokirin û peyama têkoşîna li dijî qirkirinê hate dayîn. -
Meşa Dirêj a li Swîsreyê sibê destpê bike
Meşa Dirêj a li Swîsreyê wê sibê saet 10:00’an li Palace de la gare 1296 Coppet destpê bike. Cih û saetên derketina otobusan jî diyar bûn. -
Ji dema vegera Talîbanê û vir ve li Elmanyayê dersînorkirinên ewil
Elmanya, piştî ku Talîbanê li Efganîstanê desthilatdarî bi dest xist, dersînorkirinên ewil a ber bi Kabîlê ve da destpêkirin. Tê îdîakirin ku kesên hatine dersînorkirin ji kesên sûc kirine pêk tên.