CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Berhemên destan bûne çavkaniya debarê
Berhemên çandî û Kurdewarî yên hunera destan bûne yekane çavkaniya debarê ya dayika Şîlan û mamê Afe. Dayika Şîlan û Mam Afe bi rê û rêbazên cuda van berheman pêşkêşî xelkê herêmê dikin. -
Teqînên di nav Volkana Popocatepetl a li Meksîkayê de didome
Volkana Popocatepetl a li Meksîkayê di 10 rojan de 25 caran teqiya. Îro jî 4 teqîn di nav volkanê de çêbû. -
WHO: Nîvê nifûsa cîhanê ji nexweşiyên dev bi bandor dibe
WHO‘yê diyar kir ku nêzîkê nîvê nifûsa cîhanê ji nexweşiyên dev bi bandor dibe. -
NY: Ji ber germahiya kûreyî wê birçîbûn li Efrîkayê zêde bibe
Di lûtkeya COP27 de hişyarî hat kirin ku heke tiştek neyê kirin wê li Efrîkayê birçîbûn zêde bibe. -
Daxwaza ji bo berhemên çandî yên kevnarî kêm bûye
Elî Hacî Qadir ku ji salên heftêyî ve li bazara Silêmanî karê berhemên kevnarî yên çandî yên xemilandina malan dike, diyar kir ku daxwaza ji bo berhemên çandî kêm bûye. -
Bajarê antîk tê talankirin
Girê Zernakî yê 3 hezar salî ku li Ercîşa Wanê tê kolandin, di bin navê restorasyonê de tê xerakirin û talankirin. -
Ber lê neyê girtin dibe ku 90 hezar Ewropayî ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest bidin!
Ajansa Jîngehê ya Ewropayê (EEA) hişyarî kir ku heke ji bo bergirtinê tiştek neyê kirin, heta sala 2100’î dibe ku her sal 90 hezar Ewropayî ji ber germahiya zêde jiyana xwe ji dest bidin. -
Copernîcûs: Cotmeha sala 2022’yan li Ewropayê bû meha herî germ
Servîsa Ewropayê Copernîcûs ku çavderiya guherîna avhewayê dike, ragihand ku Cotmeha sala 2022’yan bûye meha herî germ a li Ewropayê. -
Ji sala 1993’an û vir ve leza rabûna behrê du katan zêdetir bûye
Li gorî raporeke nû ji ber guherandina îklîmê dema germahî zêde dibe asta rabûna behrê jî zêde dibe. Li gorî pisporan li ser bi milyonan kesên li peravên okyanûsê gefeke mezin heye. -
COP27: Bi destpêkirina civîna NY’yê re hişyariya ‘aloziya avhewayê’ kirin
Lûtkeya guherîna avhewayê ya NY’yê ku li Misirê tê lidarxistin, bi hişyariya “Dinya êdî şaneyên xeteriyê dişîne“ dest pê dike. -
NY: Salên 2015-2022’yan salên herî germ ên heta niha ne
Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ya girêdayê Neteweyên Yekbûyî , hişyarî kir ku wê salên navbera 2015-2022’yan bibin salên herî germ ên heta niha hatine tomarkirin. -
Ji ber hişkesaliyê li Kenyayê bi sedan heywan mirin
Li Kenyayê 200 fîl, 512 antîlop, bi sedan heywan ji ber hişkesaliyê mirin. -
Ji Çemê Zîlanê êdî jehr diherike
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Zîlan Mîr Bahattîn Demîr got, ji ber HES, ocaxên mermer û madenê yên li ser Çemê Zîlanê, metalên bi jehr ji çem diherikin. -
Hêlîna pêkvejiyana olan: Deşta Nînovayê
Bawermendên cuda yên li Bartella, derbarê jiyan, rêzgirtina ji bawerî, pêkvejiyana aştiyane yên xelkê li herêmê anîn ziman û gotin, “Deşta Nînova hêlîna pêkvejiyana olan e.” -
Xeteriya nebûna dexil û dan û avê li Rojhilata Navîn pir zêde ye
Rêxistina Jîngehê hişyariya ku xeteriya nangiranî û bêaviyê li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê pir e, kir. -
Li Iraqê Çemê Dîcle Zûha dibe: Sedem dewleta Tirk û hişkesalî ye!
Çemê Dîcleyê yê dîrokî ku li gorî baweriya Xiristiyan û Cihûyan Baxçeyê Edenê yê ku Adem û Hewa lê jiyane û şaristaniyên Sumer û Babîl av daye, ji ber hişkesaiyê û bendavên dewleta Tirk zuha dibe. -
Îngilistan tasên ser ên ji dema mêtingeriyê mane wê bide
Muzeya Dîroka Xwezayê ya Londonê û Zanîngeha Cambrîdgeyê diyar kirin ku ew amade ne tasên ser ên rêberên serhildanên dema mêtingeriyê ji Zîmbabweyê anîne, bidin Zîmbabweyê. -
YE, dev ji bikaranîna wesayîtên bi motorên termîk berdide
Parlamenterên Ewropayê û dewletên endamên YE’yê, ji bo nefirotina wesayîtên termîk, li hev kirin. -
NY: Dinya ber bi germbûna bi 2,6 pileyan ve diçe
Neteweyên Yekbûyî, di rapora ku beriya lûtkeya avhewayê weşand de, hişyarî kir ku bi sozên heyî germbûna kûreyî heta bi dawiya sedsalê dibe ku bigihîje 2,6 pileyan. -
Li Bangladeşê bahoz rabû: Herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dan
Bahoza Sîtrangê li Bangladeşê da û herî kêm 28 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Şêrawayê dema çinîna zeytûnan e
Şêniyên gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê dest bi çinîna zeytûnan kirin. Li gel bombardûmana dewleta Tirk a dagirker, bi biryardarî xwedî li cih û warê xwe derdikevin. -
Li Çiyayên Colemêrgê çar demsal
Ligel ku demsal payîz e jî li çiyayên Colemêrgê çar demsal tên jiyîn. -
Lehiya li Nîjeryayê: 600 kes mirin û 1,3 milyon kes ji cih û warên xwe bûn
Ji destpêka meha Hezîranê ve li Nîjeryayê ji ber barana zêde lehî rabû. Heta niha zêdeyî 600 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan û 1,3 milyon kes jî neçar man ji cih û warên xwe bibin. -
Dêra Sûrp Sarkîs li ber xwe dide
Dêra Sûrp Sarkîs a Ermenan li Sûra Amedê li ber xwe dide. -
Li Awûstralyayê lehî rabû
Ji ber şiliya zêde li başûrê rojhilatê Awûstralyayê lehî rabû. Banga barkirina mala xwe li bi hezaran kesan hat kirin.