Li Colemêrgê rê hatin girtin

Li Colemêrgê ji ber berfa ku du roj in bênavber dibare, rêya 34 gund û mezreyan li çûn û hatinê hatin girtin.

Li Colemêrgê du roj in bênavber berf dibare. Li ser rêya Colemêrg û Çelê li herêma ku tunela aşûtê lê ye, aşût ket û rêyên 34 gund û mezrayan li çûn û hatinê hatin girtin. Li navenda Colemêrgê 3 gund û 13 mezrayan, li Geverê jî 3 gund û 15 mezrayan ji ber barîna berfê rê hatin girtin.

QEYÛM RÊYAN PAQIJ NAKE

Tîmên girêdayî Îdareya Bajêr a Taybet ji bo vekirina rêyan xebat dan meşandin lê belê hat destnîşankirin ku şaredariyên Colemêrg û Geverê yên di bin rêveberiya qeyûm de, ji bo vekirina rêyan xebat nedane meşandin.

Hat zanîn ku ji ber berfa li ser rêya TOKÎ’yên Pîzokê nehatiye paqijkirin, qeşa çêbûye û welatî di meşa rê de astengiyê dikişînin. Hat diyarkirin ku servîsên bajêr jî ji ber qeşaya çêbûye nikarin rêwiyan bibin û bînin.

Li gorî hişyariyên meteorolojiye dê li Colemêrgê barîna berfê heya roja Duşemê bidome. Tê payîn ku germahiya hewayê jî dê 11 dereceyan bikeve bin sifirê.