Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 284 gund û gundikan hate girtin
Li Colemêrg û navçeyên wê ji ber berfa zêde rêya 284 gund û gundikan hate girtin.
Li Colemêrg û navçeyên wê ji ber berfa zêde rêya 284 gund û gundikan hate girtin.
Barîna berfê bi taybetî bandor li 16 gund û 41 gundikên girêdayî navenda bajar, li navenda Rûbarok 2 gund û gundikek, li navçeya Geverê 58 gund û 79 gundik, li navçeya Şemzînan jî 18 gund û 69 gundikan kir.
Bi giştî rêya 94 gund û 190 gundikan ji ber berfê hate girtin. Şaredariya Geverê ji bo rêyên hatine girtin, ti xebat nedan destpêkirin. Ev yek bû sedem ku nerazîbûnên li hemberî şaredariya ku bi qeyûm tê birêvebirin, zêde bibin.