Pira Nehrî her bedew e

Pira Nehrî ya li Şemzînanê yek ji bedewiyên xwezayî yên Kurdistanê ye. Her demsalê bedewiyeke xwe ya cuda heye.

Navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ku dîroka xwe bi hezaran salî ye, malovanî ji gelek şaristaniyan re kir. Gelek berhemên xwe yên dîrokî jî hene. Yek ji van jî pira ji kevir a dîrokî pira Nehrî ye. Pira ji kevir a Nehrî li ser Çemê Şemzînanê ye û bi 13 kîlometreyî dûrî navenda navçeyê ye.

Pir di sala 1898'an de ji aliyê Şêx Mûhammed Siddik kurê Şêx Ûbeydûllah Nehrî ve hate çêkirin. Li nava çiyayên bilind, li geliyekî kûr hatiye çêkirin. Herdu lingên pirê xwe dispêrin tehtan. Pir bi 11 metreyan bilind, bi 21 metreyan jî dirêj e.

Her demsalê bedewiyeke xwe ya cuda ya pirê heye. Her salê bi dehan kes serdana pira Nehrî dikin. Yek ji wan jî Mahmût Temel e ku di demsalên cuda de tê Şemzînanê û wêneyên pira Nehrî dikişîne. Temel diyar dike ku divê bedewiya xwezayî û dîrokî ya vê pirê bê parastin.