Li ba Hewramiyan axa bi bereket ji bo çandiniyê ye, ya req jî ji bo niştecihbûnê ye

Hewramiyan erdên çandiniyê nekirine cihên niştecihbûnê û wek tiştekî siruştî nedîtine ku erdek ku ji bo ajotinê guncaw be, wî erdî bikin cihê niştecihbûnê. Li ba Hewramiyan axa bibereket ji bo çandiniyê ye û erdên req jî ji bo niştecihbûnê ne.

Hewramî xwedî selîqe û hunereke cuda ne, wisa tên naskirin ku bi awayekî semîmî, siruştî û komînal dijîn. Aqilekî hunerî li pişt vî awayê fikirînê heye. Lewma her tim siruştîbûna jîngehê jî parastine û jîngehên çêkirî ku ava kirine jî, bi awayekî ava kirine ku li gel siruştê li hev dikin. Vê yekê wisa kiriye ku ew ciyawaziya ku li Hewramanê heye, di piraniya warên din de jî pêk bê. Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên jiyana Hewramiyan sîstema avahîsaziyê ye ku bala rojhilatnasan kişandiye. Li ser selîqe û taybetmendiya avahîsaziya Hewramiyan bernameya “Ajîn”ê ya kanala Aryen TV’yê gotûbêjek li gel yek ji osteyên xwedî ezmûn bi navê Oste Seyid Tofîq Ekberî kiribû. Ev jî kurteya wê gotûbêjê ye:

ZINAR ŞÛŞTINE Û DÎWAR LI SER WAN LÊ KIRINE

Oste Seyid Tofîq Hewramî diyar dike ku “Hewraman ji ber dijwariya erdnîgariya wê bandora siruştê bi xwe li ser hilbijartina cihê niştecihbûna Hewramiyan hebûye. Ji ber ku cih cihekî dijwar û asê bûye, divê Hewramiyan li ser bingeha fikirînê cihek ji bo niştecihbûnê hilbijarta. Ji ber vê yekê ji hêla avûhewayê ve cihekî mîna zozanan kirine xanî û zinar şûştine û ax ji ser rakirine û dîwar li ser lê kirine. Di heman demê de axa nerm û ji bo çandiniyê guncaw nekirine xanî û wek çavkaniya çandiniyê sûd jê wergirtine. Vê yekê hem siruşta navçeya wan parastiye û hem jî ji hêla aboriyê ve ji bo wan sûda wê çêbûye.”

Osteyê Hewramî der heqê dîwarên Hewramiyan de da zanîn ku dîwarên Hewramiyan du rû ne, girîngî bi her du aliyan tê dayîn: derve, hundir. Osteyê Hewramî dibêje ku berê pehnahiya dîwaran şêst santîmetre bû, lê belê niha yên pêncî metreyî jî hene. Berê pêşiyên me digotin eger we dîwarên Hewramî lê kirin û we nezanî hûn ê çi bikin, wê demê “yekê daynin ser yê duyan”, ango ji bo girêdanê divê li ser her du keviran kevirek hebe ku ev yek beşeke sîstema “qufilûbest”a Hewramiyan e. Lewma eger demekê erdhej bibe jî, ev qufilûbest karê xwe dike û tê û diçe û nahêle ku erdhej zerarê bide. Lê belê mixabin çîmentoyê cihê vê yekê girtiye. Çîmento tiştekî tendirust nîn e, rutûbeta wê heye û berevajî avahîsaziya Hewramanê ye ku gelek tendurist bû û jîngehparêz bû.

Oste Seyid Tofîq li ser cureyên kevirên ku di nav dîwarên Hewramiyan de hene, ji me re got ku “Bi navên cuda çend cure kevir di nav dîwarên me de hene ku di lêkirina dîwarî de karê her yekî cuda ye. Di nav wan da yê herî girîng kevirên li ser goşeyan in ku ji wan re “berdemûr” tê gotin. Ev kevir hunerîtirîn û girîngtirîn kevir e, çiku herî kêm pêncî şêst çakûç lê dikevin heta ku tê çêkirin. Wekî din jî kevirên wekî qalib, nawkar, dêwle, şanedem, didane, balemêş û hwd. hene ku di sîstema dîwarsaziya Hewramiyan de û di qufilûbesta keviran de karê her yekî heye.”

Oste Seyid Tofîq behsa cudahiya avahîsaziya Hewramana “Jawero” û  “Text û Lihonê” dike û dibêje ku cudahî têkildarî cureya ax û topografyaya herêmê ye. Text û Lihon xwedî yek cure ax û kevir in. Heçî Jawero ye, axa wê kêmtir req e û zinarên wê hene. Lê belê Lihon û Text req e û kanên wê yên keviran gelek in. Li hember vê yekê li Jaweroyê kanên keviran kêm in û ji bo qerebûkirina vê yekê sîstema “dîmek”ê bi kar tînin. Dîmek darekî telaştî ye. Qufilûbesta Jaweroyiyan zêdetir pişta xwe bi dîmekê girê dide. Darên dîmekê jî herî zêde darên tû û gûzan in. Ji ber ku gelek li ber xwe didin, bi taybetî dara tûyê piştî sed salî ji nav axê derxe û çakûç lê bide, wekî hesin deng jê tê.

DI AVASAZIYÊ DE DÎZAYNEKE TAYBET BI HEWRAMIYAN HEBÛ

Osteyê xwedî tecrube diyar kir ku “Xaniyê kevirî tiştekî din û cudatir e. Her çend niha hesin hatibe û cihê kevir girtibe jî, lê hesin bi xêra kevir tê asêkirin. Hesin tenê nîn e, pala xwe dide keviran. Xaniyên kevirî dîwarên wan şêst metre pehn e, rutûbet tê de nîn e, li gorî bi şev û bi roj serma û germayê eyar dike. Hewramiyan hesabê şev û rojê kirine, lê belê heta pêncî salên din tiştek bi navê vê avahîsaziyê namîne. Ji ber ku karekî giran e û ciwan xwe nadin ber û dixwazin karekî hêsan bikin. Ji bilî vê yekê Hewramî xwedî dîzayna xwe bûn, di malên wan de tiştên dîzaynkirinê hebûn. Wekî taq, taqçe, bancêle. Endazeya taqa Hewramiyan bi qasî endazeya milê mêrê malê bûye.”

Di dawiya axaftina xwe de Oste Seyid Tofîq der heqê osteyên wê demê de got, “Bi qasî ku ez dizanim, Westa Hemexire hebû, bi “wişkekelek” [ango tenê ji keviran, bê herî] bînayên çarqatî ava kirine. Seyid Reşîd ku bavê min bû, şîret li min dikir û digot, ‘Gava ku te dîwarek ji bo malekê lê kir, di bikaranîna keresteyan de rezîliyê neke. Mehkembûn girîngtir e, jiyana xelkê pê ve girêdayî ye. Ji bo ku nebe du kar, sê kar û salane tamîr bikin, carekê bike û hetahetayî bike.”