Li Iraqê ji ber hişkesaliyê cotkar bi pirsgirêka avê re rû bi rû ne

Hişkesaliya li Iraqê û kêmbûna avê cotkaran neçar dike ku qadên xwe yên çandiniyê kêm bikin.

Konseya Koçberan a Norweç (NRC) roja Yekşemê anketek weşand. Li gorî anketê, ji sedî 60’ê cotkarên li bajarên cuda yên welêt qadên xwe yên çandiniyê yan jî ava ku bi kar tînin, kêm kirine.

Xebata ku ji aliyê NRC’ê ve di mehên Tîrmeh û Tebaxê de li 4 welatan hate kirin, bi 1.079 kesan re hate kirin ku ji sedî 40’ê wan jin bûn û ji sedî 94’ê wan li qada bejahî dijîn.

Li gorî anketê bi taybetî cotkarên li bajarên Nînowa, Kerkuk, Selahaddîn û El Anbarê ji ber hişkesaliya zêde ava ku bi kar tînin kêm kirine.

Cotkar neçar man ku mezaxtinên xwe yên xurekê kêm bikin. Li Nînowa û Kerkukê ji her 5 kesan 4 kes, di nava 12 mehên borî de rû bi rûyê vê rewşê man.

Ev rewş nîşan dide ku di tedbîrên li hemberî hişkesaliyê de zehmetî tên kişandin û çavkaniyên avê baş nayên karanîn.

4 sal in li Iraqê hişkesalî dewam dike. Bi taybetî sedemê vê hişkesaliyê Tirkiye û Îran e ku herikîna çemên Dîcle û Firatê di rêjeyekî mezin de kêm kirine. Dewleta Tirk avê weke çekek şer bi kar tîne û nerazîbûna li hemberî vê yekê ne nû ye.

NRC ji bo çareseriyê pêşniyar dike ku çavkaniyên avê werin şopandin û sererastkirin.

Wekîlê midûr ê NRC’ê yê li Iraqê Anthony Zîelîckî diyar kir ku divê bandorên guherîna avhewayê bi lez bên kêmkirin. Zîelîckî qala girîngiya tedbîrên ku têkildarî vê mijarê bên girtin, dike.

Ev dane nîşan didin ku Iraq divê polîtîkayên têkildarî çavkaniyên avê pêş bixîne û bal dikişînin ser zehmetiyên ku cotkar rû bi rû dimînin.