Enerjiyên nûjenkirî di sala 2023’yan de zêde bûn

Li gor daneyên Ajansa Enerjiyê ya navneteweyî (IEA), par li gor sala 2022’yan sedî 50 zêdetir enerjiya nûjenkirî hatiye bikaranîn û bi vî awayî gihaştiye asteke “dîrokî”.

Li gor rapora Enerjiya Nûjenkirî ya 2023’yan ya IEA’yê ku roja pênçşemê hat weşandin, weke gerdûnî kapasiteya ceyrana nûjenkirî ya 507 gîgawattan ket dewrê.

Serokê IEA’yê Fatîh Bîrol vê zêdebûnê weke “pêngaveke dîrokî” bi nav dike û diyar kir ku li hember germbûna gerdûnî hê jî qels dimîne. Li gor saziyê di pênc salên pêşiya me de dê “mezinbûna herî bi hêz” ya 30 salên dawiyê pêk were.

Lê Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Brezîlyayê gihîştine astên girîng, di heman demê de pêşkeftin li Hindistan û Asyaya Başûr û Rojhilata Navîn jî pêk hat.

IEA’yê diyar dike ku ev lez hîn jî têrê nake, bi taybetî ji bo welatên pêş dikevin û bilind dibin fînans dikare bibe dijwariyek. 

Serokê IEA’yê Bîrol got ku hikûmet ji bo girtina ferqa di navberê de xwedî amûr in û detnîşan kir ku enerjiya bayê û fotovoltaîk li gor santralên enerjiyê yên fosîlan erzantir in.

Her wiha destnîşan dike ku kêmbûna buhayê modulên fotovoltaîk û zêdebûna kapasîteya hilberînê dê vê meylê bidomîne.