Li Tehranê ji ber hewaya qirêj banga ‘li mal bimînin’ li gel hate kirin

Li paytexta Îran Tehranê ji ber hewaya qirêj ku her sal zêdetir dibe, banga ‘li mal bimînin’ li gel hate kirin.

Ji xeynî paytextê, ji Îsfahan heta Tebrîzê li gelek bajarên mezin di rojên dawî de ji ber hewaya qirêj rewşa lezgîn hate ragihandin.

Li Tehranê ji roja Yekşemê ve dibistan û zanîngeh girtî ne, ders li ser înternetê tên dayîn.

Rayedaran pêşniyar kir ku zarok, kal û jinên ducanî nederkevin ji derve. Her wiha bang li memûrên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene jî hate kirin ku bi rêya online bixebitin.

Tehran li seranserê cîhanê weke yek ji bajarên herî qirêj tê zanîn.