Ji ber komira nebaş tenduristiya gel di xetereyê de ye

Firotin û bikaranîna komira Şirnexê bi giştînameyê meha Tîrmehê hatibû qedexekirin, lê belê xetereya komira ku ji aliyê qeymeqamtiyên Nisêbîn, Qoser û Kerboranê tê belavkirin, dewam dike.

Li Mêrdînê ev 7 salên dawiyê ne ji ber nexweşiyên weke astim û bêhngirtinê gelek welatî serî li beşa lezgîn a nexweşxaneyê didin. Bikaranîna komira Şirnexê ya nebaş xetereya vê yekê nîşan dide.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) çend rojan beriya niha derbarê medeyên bizirar ku ji aliyê cîhanê ve hatiye qebûlkirin, lêkolînek weşand. Di lêkolînê de hat diyarkirin ku qirêjiya hewayê li ser tenduristiya mirovan xetereyeke mezin e û mirinên ji ber vê yekê her ku diçe zêde dibin. Li Kurdistanê di van salên dawiyê de zêdebûna vê yekê bi awayekî berbiçav li holê ye. Qirêjiya hewayê ya Parîsê û ku weke bajarê herî qirêj ê cîhanê tê zanîn, di demsala zivistanê de gelekî nêzî ya Mêrdînê ye.

WEKE ALÎKARÎ HAT BELAVKIRIN

Tê zanîn ku bikaranîna komira Şirnexê ya nebaş bandoreke mezin li hewayê Mêrdînê dike. Komira Şirnexê ku kaloriya wê kêm e û zû dişewite û dibe sedema qirêjiya hewayê. Gel ji ber ku erzan e tercîh dike. Meha Tîrmehê ji aliyê walîtiyê ve bi giştînameyekê firotin û bikaranîna wê hatibû qedexekirin, lê belê tê zanîn ku qeymeqamtiyên navçeyên Nisêbîn, Qoser û Kerboranê di van salên dawiyê de vê komirê weke alîkariyê di nava gel de belav dike. 

NISÊBÎN WEKÎ KU TÊ CEZAKIRIN

Navçeya ku hewayê wê herî zêde qirêj Nisêbîn e. Piştî danîna sobeyan danê êvarê ewrên toza gewr rûyê esmanê navçeyê digire û bêhna komirê  belav dibe hemû navçeyê. Kadriye Yilmaz a ku li navenda Nisêbînê dimîne, diyar kir ku bi salan e komira Şirnexê ji aliyê qeymeqamtiyê ve bêpere tê belavkirin û anî ziman ku li Taxa Firatê ya ku lê dijî gelek kes ji ber nexweşiya astimê diçin nexweşxaneyê û got ku gaza jehrî ya ji komirê derdikeve tesîreke mezin li kal û pîr û zarokan dike. Kadriye Yilmaz anî ziman ku piştî pêvajoya xwerêvebirinê gaza xwezayî weke cezakirinekê nedan Nisêbînê û bal kişand li ser vê kiryara dewletê.

BANDORA TOKIYAN

Alî Yazgî anî ziman ku TOKÎ’yên li Taxa Firatê qirêjiya hewayê ya navçeyê zêdetir dike û pêvajoya ji çêkirina TOKÎ'yan heya îro bi van gotinan anî ziman: ‘’Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de xaniyan zirar dîtîn û hatin xerakirin. Lê belê însanan nexwest ji cihê ku dijîn derkevin. Tevî vîna gel hema bibêje ev der talan kirin. Gotin hûn ê ji vir derkevin, em ê li şûna xaniyên we daîreyan bidin we. Zext li yên ku derneketin kirin. Însan mecbûr man ji ber ku aliyê dewletê ve hatin bêçarekirin. Dewletê got em dê li vir xaniyên modern ava bikin. Pişt re hat fêhmkirin ku di baceyên de fîltre tune ye. Ev yek nîşan dide ku bi zanebûnî bi tenduristiya mirovan re dilîzin."