Ayten Kordû: Ev yek madenkariya mêtingeriyê ye

Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû lêgerîna li zêr a bi siyanurê weke mêtingeriyê pênase kir û got, "Hûn hem mirovan asîmîle dikin hem jî hebûneya wê herêmê talan dikin."

Parlamentera Dersimê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Endama Komîsyona Hawirdorê ya Meclîsa Tirkiyeyê Ayten Kordû li ser lêgerîna madenkariyê ya bi siyanur a li navçeya Îlîç a Erzînganê û navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji ANF'ê re axivî.

Ayten Kordû jî di nav de Parlamenterên Mûşê Sumeyye Boz û Sezaî Temellî û Parlamenterê Agiriyê Nejla Demîr û Heval Bozdag têkildarî çavkaniyên avê yên ser û binê erdê yên ji ber karê madenê ya bi siyanur gemarî bûne û ziyandayina li Çemên Mûrat, Firat û Dîcleyê di 5'ê Kanûnê de pêşnûmeyeke lêkolînê ya hevpar dabûn.

Ayten Kordû ragihand ku têkildarî lêgerîna madenkariyê ya bi siyanurê wê bi xwe pirs ji Wezareta Guhertina Avhewayê, Bajarvanî û Hawirdorê pirsî, têkildarî bersiva wezaretê got, "Em hem têkildarî çandiniyê hem jî têkildarî hawirdorê axivîn. Di heman demê de di hevdîtinên komîsyona budçeyê de me ev rewş xistin rojevê. Li Îlîçê min mijara siyanurê ji wezîr pirsî, ku difikirin çi bikin. Wezîr got, 'Zerara xwe li tenduristiya mirovan nîne. Kontrolên pêwîst hatine kirin, di asta herî bilind de cezayê pere hatiye birîn'. Lê belê em zanin ku kargehê ji nû ve dest bi karê xwe kiriye û niha dewam dike. Ev jehr tenê li vê herêmê namîne, derbasî nava çavkaniyên avê dibe û ji Çemê Firatê digihêje heta Kendava Bafrayê. Ev kîmyasal jî mayinde ne û dibin sedema xisareke gelekî cidî. Em vê yekê bi taybetî dixin rojevê. Bi taybetî me pêşnûmeya lêkolînê dan. Me li komîsyonê gotin, li civata giştî gotin û em ê her tim bixin rojevê."

AKP Û MHP LI PEY WÊ YEKÊ YE KU DEWLEMENDAN HÎN DEWLEMEND BIKE

Ayten Kordû projeyên madenkariyê weke mêtingeriyê pênase kir û got, "Maden an jî Santralên Hîndro Eleketrîk (HES) ji xelkê herêmê nayê pirsîn û bi vî rengî têne avakirin. Ev yek li Kurdistanê weke polîtîkaya şerê taybet tê meşandin. Ji ber ku bendav têne çêkirin û ji van re jî dibêjin bendavên ewlekariyê. Mijara zêr û siyanur jî bi vî rengî ye, navê vê yekê madenkariya mêtingeriyê ye. Ji ber ku dema we li cihekî ku çand, ziman û baweriya gelekî tune hesibandin, li cihekî ku bi kêrî xelkê herêmê neyê hûn bi siyanurê zêr derdixînin, di rastiyê de hûn mirovan hem asîmîle dikin û talan dikin, hem jî hebûneya wê herêmê talan dikin. Em têkildarî madenên din jî vê dibêjin; bêguman pêwîstiyeke ku ji bo bersivdayina hin pêwîstiyan di çarçoveya kontrola cemaweriyê de wê bê kirin. Lê belê ev hemû dûrî kontrola cemaweriyê, dûrî plansaziya cemaweriyê, dûrî rêxistinên civakî yên sivîl têne kirin û ne ji bo pêwîstiyan têne kirin, ew pêşkêşî sermayeyê têne kirin.

Ji ber ku derdê hikumeta AKP û MHP'ê ew e ku qezenca xwe zêde bike, dewlemendan hîn bêhtir dewlemend bike, xaka wê herêmê pêşkêşî sermayeya navneteweyî bike."

ZERARÊ DIDE JIYANA HEMÛ ZINDIYAN

Têkildarî encamên madenê jî Ayten Kordû anî ziman ku dikare bibe sedema xisarên mezin ku vegera jê zehmet be û got, "Ev maden bi kîmyasalên gelekî cidî têne derxistin. Siyanur bi tena serê xwe kîmyasaleke gelekî bi jehr e. Dema ku zêr ji madenan têne derxistin dixin hawizan û ji parzûnên siyanurê têne derbaskirin. Ji ber ku ev hawiz vekirîne dibe dû û bi hewa dikeve. Gefê li heywanan, xakê, daran, mirovan, gefê li hemû zindiyan dixwe. Mînak, herêma madenê ya li herêma Îlîç a Erzînganê bi qasî mezinahiya bajarê Dersimê ye. Qadeke ewqasî mezin e.

Bixwazin vê derê rehabîlîte bikin jî divê ji qezenca ji wir bi dest xistiye divê hîn bêhtir xerc bikin. Em bêjin xerc kirin û kirin, dîsa jî nepêkane ku xak bi temamî bê paqijkirin. Ji bo salên dûr û dirêj dibe sedema xisareke mayinde. Dibe sedem ku pitikên astengdar ji dayik bibin, kansera pişikê belav bibe, zerarê li tevahiya xwezayê dike. Hûn nema dikarin sûdê ji xakê werbigirin. Em bibêjin hûn li wê herêmê mêşkariyê dkiin; li wir mêşên hingiv dimirin, çivîk zerarê dibînin. Yanî xweza bi temamî, bi mirovên xwe hemû qada jiyanê, qada ekolojîk xera dibe."