Polîtîkaya avê ya Tirkiyeyê: Şer û talan

Tirkiye bi bendavên ku daniye ser çemên Dîcle û Firatê li Sûriye û Iraqê dibe sedema pirsgirêka avê, li nava welêt jî bendavan weke rêbazeke şerê taybet li dijî PKK'ê bi kar tîne.

Di vê dosyayê de em ê bi taybetî bala xwe bidin ser wê yekê ku Tirkiye çemên Dîcle û Firatê bi çi rengî li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û Iraq û Sûriyeyê bi kar tîne. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, bi hewldana hevpar a hin dewletên li Mezopotamyayê, ji bo avakirina avaniyên avê yên mezin ên li ser çemên Firat û Dîcleyê hin projeyên biçûk destpê kirin. Piştî ku li Iraq û Sûriyeyê serxwebûn hate ragihandin, van welatan di vê çarçoveyê de têkilî bi Tirkiyeyê re danîn û di sala 1947'an de Iraqê bi Tirkiyeyê re protokolek îmze kir. Li gorî protokolê dema ku li ser avê û mijarên cuda nakokiyan rû dan, hingî wê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bê dayin. Heta salên 1970'yî piraniya avaniyên li ser çemên Dîcle û Firatê hatin avakirin ên dewletên Iraq û Sûriyeyê ne. Di salên 1980'î de bi destpêkirina projeyên mezin ên Tirkiyeyê re pirsgirêka avê di navbera hersê dewletan de destpê kir. Bendavên mezin ên ku Tirkiyeyê di çarçoveya Projeya Anatoliyê ya Başûrrojhilat (GAP) da destpêkirin, di sala 2020'î de bi temamkirina Bendava Ilisûyê re ku Heskîf di nava avê de hişt, tevî ku tenê nîvê projeya avdanê ya li tejeneya Firatê ya ji bo Sûriye û Iraqê qediya ye, ji sedî 40 ê ava tê berdan hate qutkirin.

TIRKIYEYÊ BI YA XWE KIR

Di nava salan de ne Iraqê ne jî Sûriyeyê di vê mijarê de li hemberî Tirkiyeyê nekarîn polîtîkayeke bi bandor bimeşînin. Dawiya dawî şer û rewşa ku Tirkiye yekser li Sûriyeyê bû aktorekî şer, polîtîkayên avê yên li vê derê jî guhert.

Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Ercan Ayboya têkildarî vê polîtîkaya avê gotarek nivîsî û bi taybetî destnîşan kir ku bendavên li aliyê Tirkiyeyê weke çekeke polîtîk li dijî Rojava hatine bikaranîn. Di sala 2020'î de li Bendava Tişrînê ziwabûnekê rû da. Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk a wê demê Îlham Ehmed di 1'ê Tîrmeha 2020'î de li ser Twîtterê dîmenek parve kir û bal kişand ser wê yekê bê bendavên li ser Çemê Firatê bi çi rengî dibe sedema ziwatiyê li Sûriyeyê. Rêveberiya Bendava Tişrînê jî diyar kir ku ji ber kêmbûna ava Çemê Firatê ya ji ber Tirkiyeyê, ew neçar mane ku dema dayina elektrîkê ya ji bo Rojava kêm bikin.

PARÇEYEK JI ŞERÊ TAYBET

Tirkiyeyê bendavên li ser çemên Dîcle û Firatê ava kirî, li derveyî sînor weke çekeke dîplomatîk bi kar anî. Li aliyê din jî çemên din ên li nava welêt jî weke amûrek ji şerê taybet ê li dijî PKK'ê bi kar dianî. Tirkiyeyê şewat, çêkirina rê û hwd. weke parçeyek ji şerê talankirina xwezayê bi kar anî. Yek ji rêbazên sereke yên Tirkiyeyê jî bendav bûn. Di rapora karên 2007'an a Midûriyeta Karên Avê yên Dewletê ya Wezareta Daristan û Hawirdorê de ev karê ku dihate kirin bi gotina 'ewlekariya sînor' bi şênberî wiha dihate vegotin: "Di sala 2007'an de di çarçoveya etut-projeyê ya bernameya razemeniyê de bi sedema ewlekariya sînor 11 Bendên Komkirina Avê, projeyên bendavê pêşkêşî îhaleyê hatin kirin û temamkirin.

Ew proje jî bi vî rengî ne: 1. Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Silopiyayê, 2. Çêkirina projeya Bendava Şirnexê, 3. Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Qilabanê, 4. Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Balli, 5. Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Kavşaktepe, 6. Çêkirina Rojeya Bendava Şirnex-Mûsatepe, 7. Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Çetîntepe, 8. Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Çocûktepe, 9. Çêkirina Projeya Bendava Colemêrg-Golgelîyamaç, 10. Çêkirina Projeya Bendava Colemêrg-Beyyûrdû, 11. Çêkirina Projeya Bendava Colemêrg-Aslandagi."

Ev projeyên ewlekariyê li ser sînorê Tirkiye-Iraqê yê bi dirêjahiya 380 kîlometreyî ji bo astengkirina liv û tevgera gerîlayên PKK'ê bi giranî li sê herêman hatin plankirin. Di sala 2008'an de piştî ku ev bendav ketin rojeva raya giştî, TMMOB'ê di sala 2009'an de raporek rexnekirina van bendavan amade kir û zexta civakî zêde bû. Di encama vê zextê de jî 7 ji van bendavan di sala 2012'an de ji statuya 'bendava ewlekariyê' hate derxistin û weke Santrala Hîdro-Elektrîk (HES) hate pênasekirin. Bendav bûn hîmekî polîtîkaya îskanê. Tenê di avakirina Bendava Ilisûyê de 1000 gund hatin valakirin. Gel neçarî koçberiyê hate hiştin.