CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Salê 142 saetên Stenboliyan di trafîkê de tê kuştin
Li gorî endeksa salane ya trafîkê ku Tomtom a ku pergalên mobîl ên GPS'yan hildiberîne, li cîhanê herî pir li Stenbolê di trafîkê de dema mirov tê kuştin. -
Li Ewropayê ji ber karesatên meteorolojîk di 40 salan de 142 hezar kes mirin
Li gorî raporekê li Ewropayê di nava 40 salên dawîn de ji ber karesatên meteorolojîk 142 hezar kes mirine û bi qasî 510 milyar eûro xisar çêbûye. -
FEDA: Roj roja rabûna liber zilmê ye
FEDA'yê bal kişand ser girîngiya meha Xizir û got, "Roj roja rabûna li ber zilmê ye, xurtirkirina piştevaniyê ye." -
Bi hêstiran avê dikişînin
Li taxên Qileban û Rapiniyê yên navçeya Qilebanê, welatî hewcedariya xwe ya avê bi hêstiran pêk tînin. -
'Qeyûm qirkirina ekolojiyê kirine hedef'
Endamê Komeleya Ekolojiyê Vahat Işikli, polîtîkayên ekolojiyê yên li Kurdistanê tên meşandin weke "qirkirin-mekan" bi nav kir û ev tişt got: "Bi destê qeyûman ji gihayan bigire heta daran, ji rêyan bigire heta malan qirkirina ekolojiyê tê hedefkirin." Kom -
2021 bû yek ji salên herî germ ên heft salan
Rêxistina Meteoroliyê ya Cîhanê (WMO) ragihand ku 2021 bû yek ji heft salên herî germ. -
Li Srîlankayê fîl ji ber xwarina plastîkan dimirin
Li sergoyên Srîlankayê fîl ji ber xwarina plastîkan dimirin. Di 8 salên dawîn de nêzî 20 fîl ji ber xwarina plastîkan mirine. -
Li Awûstralyayê rêjeya germayê rekor derbas kir
Germahiya hewayê ya li Awûstralyayê li herêmekê bi 50.7 dereceyan gihîşte asteke mezin. -
Li Dersimê meşa li xwezayê: Em xwedî li cografya xwe derkevin
Dersim her çar demsalê bi bedewiya xwe ya xwezayî bala mirovan dikişîne. Hezkiriyên xwezayê zivistanê jî li nava xwezaya bedew a Dersimê geriyan. -
Şoreş Dîrî: Qirêjiya hewayê ji ber polîtîkaya rantê ye -NÛ BÛ
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Geverê Şoreş Dîrî diyar kir ku qirêjiya hewayê ya li Geverê ji ber komira bêkalîte ye ku AKP xelkê xizan neçarî wê dike. Şoreş Dîrî destnîşan kir ku ev yek encameke polîtîkaya rantê ye. -
Li Wanê di nav 3 salan de 160 penaber mirin
ÎHD'ê û Komeleya Koç û Lêkolînê ya Serhedê ragihandin ku di nav 3 salan de li Wanê 160 penaber di rê de mirine. -
Destar bi destê jinan dîsa dikeve nava jiyanê
Hunera dest û dîrokî Destar û Cohnî ku ber bi wendabûnê ve diçû, li Colemêrgê careke din bi destê jinan dikeve nava jiyanê. -
‘Dîroka tevahiya gelê Kurd digire dest‘
Endama Desteya Perweredeyê ya Tevgera Kevana Zêrîn, Şêrîn Reşîd biryara deshilata Başûrê Kurdistanê ya ku destana Derwêşê Evdî ji biranşên xwe rakir, rexne kir û ev yek weke neheqî di derheqê du beşên girîng ên civaka Kurdî bi nav kir. -
Ji dêra qedîm bi tenê dîwarek maye
Dêra Azîz Bartholomeûs ê ku ji ber kesên li xezîneyan digerin hatiye ber asta hilweşandinê, 10 sal in li benda restorasyonê ye. -
Li Şengalê cejna Batizmî tê pîrozkirin
Xatûn Xelef ji bo Cejna Batizmê got “Ev Cejn ji bo hatina Pîrê Arî ye. Pîrê Arî di vê werzê de hatiye nava me, ji ber vê ji bo me pîroz e. Her wiha em bi vê cejnê sala ku em tê de ne diqedînin û di heman demê de xêrhatina sala nû dikin.” -
Penîrê bisîrîk êdî nema bi destê mirovan dikeve
Penîrê bisîrîk ê Wanê ku ji ser sifreyan kêm nedibû û heta par bihayê wê 25-35 lîre bû, îsal kîloeya wê bi 65-70 lîreyî tê firotin. -
Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca Cejna Êzî pîroz kir
Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca Cejna Êzî li civaka Êzidiyan û li temamî mirovahiyê pîroz kir. -
KNK'ê cejna Êzî pîroz kir: Dem dema parastin û xwedîderketina li Şengalê ye
Konseya Rêveber a KNK‘ê cejna Êzî pîroz kir û ji bo parastin û avakirina Şengalê bang kir. -
Gola Wanê û dorhêla wê ziwa dibe
Piştî kêmbûna ava Gola Wanê, ziwabûna Gola Sixkê bû sedema fikaran. Aktîvîstê Mezopotamya Ekolojî Vahap Işikli bang kir ku tavilê bi lezgînî tedbîr bêne girtin. -
KCÊ ya Ewropayê Cejna Êzî pîroz kir
Koordînasyona Civaka Êzîdî (KCÊ) ya li Ewropayê Cejn Êzî pîroz kir û got, "Di kesayetiya cangorî Merwan Bedel û Seîd Hesen Seîd de, cejna Êzî li hemû cangoriyên Êzdîxanê û azadiyê, qurbaniyên Fermana 74'an, li tevahiya civaka Êzdî pîroz dikin." -
Nan li Colemêrgê tenê li firinan tê firotin
Ji ber zêdekirina buhayê nan, li navend û taxên Colemêrgê nan êdî li dikan û marketan nayê firotin. -
Qadeke mezin a qeşayê ya Antarktîkayê dibe ku parçe bibe
Zanyaran ragihandin ku li Antarktîkayê qadeke qeşayê dibe ku di nava pênc salan de parçe bibe. Eger parçe bibe wê di asta ji sedî 25'an de tevkariyê li bilindbûna asta deryayê bike. -
Nêçîrvan ji bo qetilkirinê li Dêrsimê ne
Komek nêçîrvan ên biyanî bi armanca qetilkirina heywanên kovî hatin Dêrsimê. DEDEF’ê got ku “Demildest xakên me biterikînin” û destnîşan kir ku nêçîrvanî ne werzîş, cînayet e. -
Krîza aboriyê sewalkarî qedandiye
Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê mîna ku bandora neyînî li gelek sektoran kiriye, sewalkarî jî aniye ber qedandinê. -
Civaka Êzidî sibe dest bi 'Rojiyên salê' dike
Sibe, rojiyên civaka Êzidî yên salê destpê dikin. Destpêkê rojiyên Şêşims wê bên girtin. Piştî rojiyên roja Sêşem, Çarşem û Pencşemê wê roja Înê jî Cejna Şêşimsê were pîrozkirin.