BI DÎMEN

Li serayên li Rimêlanê hilberîna zebzeyê

Sera zebzeyan a 36 donimî ya li Rimêlanê, bersivê de di pêwîstiyên zebzeyan ên bazara Girkê Legê, Dêrik û Rimêlanê. Carna jî ji Qamişlo, Hesekê û Dêrazorê re jî tê şandin.

Endezyarê Zîreetê Mihemed Heysem El Metir anî ziman ku seraya li 9 donimî destpê kir, her sal berfireh bû û gihîşt 36 donimî; firingî, xisar, bacanê reş, îsot, fasûlte têne çandin.

Modela aboriyê ya xwe dispêre civakê, bi teşwîqkirina bikaranîna çavkaniyên xwecihî hewl tê dayin ku civak tevlî bê kirin. Di vê çarçoveyê de gavên mîna; avakirina kooperatîfên xwecihî, teşwîqkirina hilberîna xwecihî û piştgiriya ji bo bazara xwecihî têne avêtin. Modela aboriyê ya xwe dispêre civakê ku derfetê dide bikaranîna çavkaniyên civakê, tevlîbûn û xwedîderketina gelê xwecihî teşwîq dike û piştevaniya civakî xurt dike. Tevkariyeke girîng li pêşketina sektora çandiniyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û bi vî rengî dike ku herêm têra xwe bike. Proje bi zêdekirina aramiya aborî ya gelê xwecihî re bandoreke erênî li pêşketina herêmê dike. Di heman demê de tevkariyê li xwarineke teze û bi tenduristî ya gelê herêmê dike. Kompleksa Sera piştgiriyê dide berhemên bi kalîte û teze yên li bazarên xwecihî û aboriya xwecihî xurt dike. Belavkirina modela aboriyê ya xwe dispêre civakê, ji bo zêdekirina aramiya civakî û pêşketinê gaveke girîng e. Bi belavbûna vê modelê li herêmê re, tevkariyê li bilindkirina pîvanên jiyanê yên civakê dike. Yek ji mînakên serakariya zebzeyan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sera zebzeyan a li 36 donimî ya li Rimêlanê ye.

PROJE HER SAL HATE BERFIREHKIRIN

Endezyarê Zîreetê Mihemed Heysem El Metir çar sal in li sera zebzeyan a li Rimêlanê dixebite. Mihemed anî ziman ku sala 2015'an li ser zeviyên ji 9 donimî bingeha sera hate danîn û got, "Proje her sal berfireh bû, bi pêş ket. Sera zebzeyan a li ser 9 donim zevî destpê kir, niha gihîştiye 36 donimî. Em firingî, xisar, bacanê reş, îsot û fasûlye diçînin." Mihemed ragihand ku ew berhemên xwe dişînin bazara li Dêrik, Girkê Legê û Rimêlanê û got, di kooperatîfa serakariyê de 6 malbat hene.

ZÊDEBÛNA BERHEMDARIYÊ

Mihemed bi dewamî got, "Malbatên di nava kooperatîfê de ne, pêwîstiyên serayê bi cih tînin, ji çandina tovan heta bi şînbûna berheman bi serayê re eleqedar dibin. Malbatên dixwazin dikarin tevlî kooperatîfê bibin, bi temambûna demsalê re dikarin ji kooperatîfê derkevin. Em bi malbatan re di nava piştevaniyê de dixebitin. Ya rast em ji aliyekî ve civakîbûnê xurt dikin. Bi armanca afirandina şert û mercên guncaw ji bo şînkirina berheman, serakariya ku dikare bê kontrolkirin, aboriya têra xwe dike, tê pêşvebirin. Berê berhem dihatin kirîn. Niha bi pêşvebirina serakariyê hewl tê dayin ku bersiv ji pêwîstiya herêmê re bê dayin. Li gorî berê pêşketin heye. Berhemên têne bidestxistin, bi giranî pêşkêşî bazara Dêrik, Girkê Legê û Rimêlanê tê kirin. Lê bi zêdebûna berheman re me di sala 2023'an de bazarên li Qamişlo, Hesekê û Dêrazorê jî xwedî kir."