CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
NY wê nikaribe armancên xwe yên li dijî xizanî û birçîbûnê pêk bîne
Serokê Fona Pêşketina Çandinî ya Navneteweyî Alvaro Larîo ragihand ku di sala 2030'î de 575 milyon mirov wê di nava xizaniyeke giran de bin û 600 milyon mirov jî wê birçî bin. -
Ji ber polîtîkayên têkildarî avhewayê doz li 32 welatan hate vekirin
Şeş ciwanên ji Portekîzê diyar kirin ku polîtîkayên xemsar ên li hemberî germahiyê dibin sedema binpêkirina mafên mirovan, lewma jî doz li hikumetên 32 welatan vekirin. -
Birêkirina Mamoste Fewzî…
Mamoste Fewzî ku navekê sembol ê qada têkoşîna li dijî polîtîkayên bişaftinê bû, ji bo wêjeya Kurdî bi civakê bide hezkirin û Kurdî bibe zimanê jiyana rojane û nivîsê, bi awayekê bi pîr û pergal gelek ked da. -
Bandora qirêjahiya ji ber şewatê li ser welatên xizan bêhtir e
Li gor lêkolînekê ku di kovara Nature de hat weşandin, bandora qirêjahiya hewayê ya ji ber agirê bi daristanan dikeve li ser welatên xizan bêhtir e. -
Şewata li Çala Guza mezin dibe
Zêdeyî 2 meh in xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bênavber tê talankirin. Şewata ku doh serê sibehê li qada Çala Guza destpê kir, belav dibe. Ji ber qedexeyê jî nikare bê vemirandin. -
Eko-qirkirin û pêkanînên dewleta Tirk -I-
Polîtîkaya eko-qirkirinê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê xwe dispêre serdema Osmaniyan. Lê belê bi taybetî politikaya eko-qirkirin bi awayekî eşkere piştî salên 1990’î hema hema li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê belav bûye. -
Beriya Civata Giştî ya NY'ê bi deh hezaran kes ji bo avhewayê meşiyan
Beriya destpêkirina Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi deh hezaran kes li New Yorkê meşiyan û xwestin ku di mijara guhertina avhewayê de hîn bêhtir çalakî bêne kirin. -
Li Colemêrgê cotkar amadekariya zivistanê dikin
Kesên li Colemêrgê sewalkariyê dikin dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Welatî giyayê ku havînê berhev kirine, dikin ka. -
UNICEF: Herî kêm 330 milyon zarok di nav xizaniyeke mezin de ne
Li gorî rapora UNICEF û Banka Dinyayê 330 milyon zarok di nav xizaniyeke mezin de dijîn. -
Li DYE’yê di 8 mehan de 23 karesatên meteorolojîk çêbû
Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) îsal 23 karesatên meteorolojîk çêbû. Di van karesatan de ji milyar dolarekî zêdetir xisar çêbû. -
Qeyûm Wan veguherandiye mîna gundekî
Qeyûmê Wanê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP’ê xesp kiriye, Wan veguherandiye gundekî mezin. Mirov nikare ji ber herî, çal û çopan li kolanên Wanê re derbas bibe. -
Hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan derket 7’an
Di lehiya li Kirklarelî û Stenbolê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî winda ye. Her wiha 744 kargeh û 564 avahî jî di bin avê de man. -
Hejmara kesên li Kiriklareliyê jiyana xwe ji dest dan derket 5’an
Li bajaroka Îgneadayê ji ber lehiya rabû, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 5’an. Ji bo rizgarkirina keseke winda jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin. -
'Vegera li siruşt û gundan wê mirovatiyê ji qeyranê rizgar bike'
Cîhan Agirî endama Akademiyaya Zeyneb Kinaci behsa pirsgirêk û wan qeyranan dike ku modernîteya kapîtalîst bi rêya xerabkirina hevsengiya têkiliyên mirov û jîngehê aniye meydanê. -
Partiyên siyasî û komeleyan têkildarê şewata li Çan û Cûdî daxuyanî da
Gelek partiyên siyasî û komeleyan têkildarê şewata li Gola Koyûnyerî ya Çana navçeya Çanakkaleyê û qûntarên Çiyayê Cûdî yê Şirnexê daxuyanî da. -
Baxçeyên Hewselê û bircên Amedê dikeve ‘Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di xeteriyê de ne’
UNESCO’yê pêşniyar kir ku bircên bajarê Amedê û Baxçeyên Hewselê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine hilweşandin, bikeve nava “Lîsteya Mîrateyên Cîhanê yên di Xetereyê de ne.” -
Li Colemêrgê şivantî hem xweş e hem zehmet e
Li Colemêrgê ku bêkarî zêde ye, hin mirov ji bo karibin debara xwe bikin neçar dimînin ku bi mehan dûrî mala xwe şivantiyê bikin. -
Ava Dîcle û Firatê li ber destê dewleta Tirk bûye mîna çekekê
Çemên Dîcle û Firatê ku li Bakurê Kurdistanê dizê, li ber destê dewleta Tirk bûye mîna çekekê. Bi bendav li ser van herdu çeman hatiye çêkirin, lewma av bi têrkerî naherike Iraq û Sûriyeyê. Ev jî dibe sedema metirsiyeke mezin. -
Li Hezexê agir bi Newala Hespistê ket
Li bejahiya navçeya Hezexê ya Şirnexê agir bi Newala Hespistê ket -
Li Colemêrgê dema hevdana pûş destpê kir
Cotkarên li Colemêrgê ji bo xwedîkirina heywanên xwe di zivistanê de, dest bi hevdana pûş kirin. -
HES, bendav û kanên xîzê Çemê Pasûrê gemarî dikin
Bendav, Kana Xîzê û HES ên ku dewleta Tirk li ser Çemê Pasûrê çêkiriye, ava paqij a 50 gundî gemarî dike. Gundî dixwazin ku ev pirsgirêka salan bê çareserkirin. -
Wê germbûna kûreyî bandorek çawan li tenduristiya me bike?
Li gor WHO’yê wê guherîna avhewayê sibehê roj bibe rîskek ji rîskên sereke yên li hemberî tenduristiya mirov. Pispor hişyariyê dikin ku krîza avhewayê krîza tenduristiyê ye. Lê wê germbûna kûrayî bandorek çawan li tenduristiya me bike? -
'Drama karkerên demsalî nayê dîtin'
Li Tirkiye û Kurdistanê drama karkerên demsalî dewam dike. Nivîskar Asrin Keleş diyar kir ku pirsgirêkên karkerên çandiniyê yên demsalî nayên dîtin. -
Zozanên Colemêrgê bi jinan geş dibin
Li zozanên Colemêrgê û pergala dayikê lê serwer e, jin hem di nava xwezayê de ne hem jî ji aliyê hilberîn ve xwedî biryar in. -
Copernîcûs: Meha Tîrmehê bû meha herî germ
Hat destnîşankirin ku ji sedsala 19’emîn û vir meha Tîrmehê hem di bejahî û hem jî deryayê de bû meha herî germ.