CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Bîlançoya lehî û berfê: 9 kes jiyana xwe ji dest dan
Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 9’an. Cenazeyên 4 kesên ku li Êlîhê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin. -
Li Serhedê ji ber berfê rêya bi sedan gundan hatin girtin
Li herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê rêya bi sedan gund û taxan ji ber berfê hatin girtin. -
Li Şengalê toz rabû, li Îranê qirêjiya hewayê
Li Şengalê toz rabû. Li Îranê jî ji ber qirêjiya hewayê xwendin hate rawestandin. -
Germahiyên zede dibe ku heta sala 2050’î bibe sedema ji pênc qat zêdetir mirinan!
Pisporên navneteweyî hişyarî dan ku heke tedbîrên baş li dijî guherîna avhewayê neyên girtin di deh salên pêş de li seranserê cîhanê ji ber germa zêde dibe ku hema hema pênc qat zêdetir mirov bimirin. -
Li Îranê qirêjiya hewayê: Dibistan hatin girtin, karmend dê li malê bixebitin
Li paytexta Îranê Tehranê ji ber qirêjiya hewayê ya zêde tedbîrên ji bo roja Çarşemê tên girtin. Ji ber hewaya nebaş bandorê li Tehran û bajarên din dike, dibistan hatin girtin. -
Li peravê Gola Wanê talana bi pênc stêrkî
Bi kevir û axê peravê Gola Wanê tê dagirtin û li ser jî Otela Merît tê çêkirin. Walîtiya Wanê û Şaredariya Edremît a AKP'yî jî li hemberî vê talanê bêdeng in. -
‘Divê em li herêma Firatê çandiniyê dewlemendtir bikin’
Hevseroka Desteya Çandiniyê ya Herêma Firatê Sewsen Daban diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser binesaziyên herêmê û qutkirina çemê firatê, bandorekê neyînî li ser çandiniya herêmê dike û got: “Divê em çandiniyê dewlementir bikin.” -
Kurdên Yaresan Cejna Xavankar pîroz kirin
Kurdên Yaresan ên ji çar aliyên Kurdistan û Îranê di 31’ê Cotmehê de li Sedat Hayderî Tekiye ya gundê Toşamiyê yê girêdayî bajarê Gahvare ya parêzgeha Kirmaşanê kom bûn û kevneşopiya Xavankar pîroz kirin. -
Projeyên kooperatîfê li Şehbayê sîstemeke nû ya pêşvebirina aboriya civakî ye
Li Şehbayê armanca sereke ji projeyên kooperatîfan pêşvebirina aboriya civakî bi çanda hevkariyê ye. Bi saya van projeyan di nava salekê de ji sedî 35 bêkariya li Şehbayê kêm bûye. -
Çemên Colemêrgê bi navê 'islah'ê ji holê têne rakirin
Gelek çemên li Colemêrgê bi rijandina beton hatin ziwakirin, dar, giha, heywan û jiyana xwezayî ya li derdora van çeman hatin tunekirin. -
Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî
Navenda Jiyan a Dermanê Xwezayî ji sedî 80'yî nexweşiyên şekir, kolestrol, jinan û gurçikê derman dike. -
Pisporên avhewayê ji bo pêşerojek domdar bang kirin
Zanyaran hişyarî dan ku 'nîşanên jiyanê' yên cihanê di dîroka mirovahiyê de ji her demê xirabtir in û banga veguheztinek bilez û dadwerî bo pêşerojek domdar kirin. -
Li navenda çandiniyê êdî çandinî nayê kirin
Li navçeya Erdîşê ku navenda çandiniyê, ji ber polîtîkayên şaş cotkar êdî nikarin dabara xwe bikin. Cotkar Mûstafa Yilmaz diyar kir ku ji ber krîza aborî di berhemên xwe de zirar dikin. -
Çemê Bendîmahiyê kirin qurbanê rantê
Çemê Bendîmahiyê ku çavkaniya herî mezin a ava ku diherike Gola Wanê, ji ber HES û bendavên ku li ser hatine çêkirin bi temamî zuha bûye. Bi mîlyonan masî û zindiyên di çemê de tine bûn. -
Neteweyên Yekbûyî li dijî madeyên kîmyewî pîvanên nû danî
Neteweyên Yekbûyî ji bo parastina mirovan û cîhanê ji madeyên kîmyewî yên xetere, pîvanên ewlekariyê yên nû pejirand. -
Li DMME'yê doza hawirdorê ya bêhempa
Şeş ciwanên li herêmên Portekîzê yên ku ji ber şewatê û pêla zêde ya germê xisareke mezin li wan bûye, li DMME'yê li ber hikumetên Yekîtiya Ewropayê û pênc welatan rabûn. -
NY wê nikaribe armancên xwe yên li dijî xizanî û birçîbûnê pêk bîne
Serokê Fona Pêşketina Çandinî ya Navneteweyî Alvaro Larîo ragihand ku di sala 2030'î de 575 milyon mirov wê di nava xizaniyeke giran de bin û 600 milyon mirov jî wê birçî bin. -
Ji ber polîtîkayên têkildarî avhewayê doz li 32 welatan hate vekirin
Şeş ciwanên ji Portekîzê diyar kirin ku polîtîkayên xemsar ên li hemberî germahiyê dibin sedema binpêkirina mafên mirovan, lewma jî doz li hikumetên 32 welatan vekirin. -
Birêkirina Mamoste Fewzî…
Mamoste Fewzî ku navekê sembol ê qada têkoşîna li dijî polîtîkayên bişaftinê bû, ji bo wêjeya Kurdî bi civakê bide hezkirin û Kurdî bibe zimanê jiyana rojane û nivîsê, bi awayekê bi pîr û pergal gelek ked da. -
Bandora qirêjahiya ji ber şewatê li ser welatên xizan bêhtir e
Li gor lêkolînekê ku di kovara Nature de hat weşandin, bandora qirêjahiya hewayê ya ji ber agirê bi daristanan dikeve li ser welatên xizan bêhtir e. -
Şewata li Çala Guza mezin dibe
Zêdeyî 2 meh in xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bênavber tê talankirin. Şewata ku doh serê sibehê li qada Çala Guza destpê kir, belav dibe. Ji ber qedexeyê jî nikare bê vemirandin. -
Eko-qirkirin û pêkanînên dewleta Tirk -I-
Polîtîkaya eko-qirkirinê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê xwe dispêre serdema Osmaniyan. Lê belê bi taybetî politikaya eko-qirkirin bi awayekî eşkere piştî salên 1990’î hema hema li tevahiya erdnîgariya Kurdistanê belav bûye. -
Beriya Civata Giştî ya NY'ê bi deh hezaran kes ji bo avhewayê meşiyan
Beriya destpêkirina Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi deh hezaran kes li New Yorkê meşiyan û xwestin ku di mijara guhertina avhewayê de hîn bêhtir çalakî bêne kirin. -
Li Colemêrgê cotkar amadekariya zivistanê dikin
Kesên li Colemêrgê sewalkariyê dikin dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Welatî giyayê ku havînê berhev kirine, dikin ka. -
UNICEF: Herî kêm 330 milyon zarok di nav xizaniyeke mezin de ne
Li gorî rapora UNICEF û Banka Dinyayê 330 milyon zarok di nav xizaniyeke mezin de dijîn.