DEM Partiyê Cejna Êzî li civaka Êzidî pîroz kir

Komîsyona Bawerî û Gelan a DEM Partiyê bi daxuyaniyekî Cejna Êzî li civaka Êzidî û gelên cîhanê pîroz kir.

Ji Hevserokatiya Komîsyona Bawerî û Gelan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Yuksel Mûtlu û Mahfûz Guleryuz bi wesîleya Cejna Êzî daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em Cejna Êzî li civaka Êzidî û gelên cîhanê pîroz dikin. Pir girîng e ku hemû gelên cîhanê di nav wekhevî, azadî û aştiyê de bijîn. Civaka Êzidî li gel hemû zordarî û zehmetiyan qîmeta aştiyê û jiyana bi hev re girtine û li ser vê yekê li cîhanê bûne mînak. Civaka Êzidî di vê cejna pîroz û biwate de nefsa xwe sê rojan bi birçîbûnê perwerde dikin û ji bo 72 miletan duayan dikin. Ev cejn derbirîna domdariya jiyanê û çerxa zemên e. 

Civaka Êzidî di tevahî dîrokê de nasnameya xwe, çanda xwe û kevneşopiya xwe parastine. Wêrekî û têkoşîna ku wan li dijî DAÎŞ’ê nîşan da, remza hêz û berxwedana civaka Êzidî ye. Li gel ku di rabirdûyê de li ser wan 73 ferman hatin dayîn, ew hîna jî bi nirxên xwe yên netewî re û bi baweriya xwe re ne. Hebûna civaka Êzidiyan ji bo aştî û wekheviyê hêviyê dide hemû gelan.  

Civaka Êzidî îro li çar aliyê cîhanê belav bûne û cejna xwe li sirgûniyê pîroz dikin. Em careke din tînin zimên ku divê her kes cejna xwe li ser axa xwe, bi azadî bikare bijî. Em hêvî dikin Cejna Êzî ji bo hemû mirovahiyê rêya aştî û wekheviyê veke. Hêviya me ew e ku tevahiya civaka Êzidiyan sala bê cejna xwe li warê xwe Şengalê û li pîrozgeha Laleşê pîroz bikin.”