Li Baxçeyên Hewselê dar tên birîn

Li Baxçeyên Hewselê ya ku di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê UNESCO’yê de ye dar tên birîn.

Hat ragihandin ku li Bexçeyên Hewselê yê li navçeya Sûr a Amedê ku di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê (UNESCO) de ye, dar hatine birîn. Tevgera Ekolojiyê nerazîbûn nîşanî qirkirina xwazayê dan.

Di parvekirina Tevgera Ekolojiyê de ev tişt hatin gotin:

"Di sala 2014’an de li Baxçeyên Hewselê û Zanîngeha Dîcleyê fermana birîna 10 hezar daran da û piştî nerezîbûnan 9 hezar û 300 dar ji qirkirinê xelas bûn. Lê belê wek komele û aktîvîstên hawîrdorê, me lêkolîn kir û dît ku, wekî qirkirina sala 2014’an qirkirineke daran heye û me ev yek bi wêneyan piştrast kir. Dîsa bi hinceta ‘Darên ziwa, em kezaxkirinê dikin’ dest bi senaryoyê kirine. Bi roj veşartî daran dibirin û şev di tariyê de jî daran ji wir dûr dixin. Divê yên ku hewl dan ku di sala 2014’an de daran bibirin û ji ber bertekan nekarîne nekarîne vê yekê pêk bînin baş zanibin ku: ev bajêr bêxwedî nîne. Em mijarê ji nêz ve dişopînin.”