Li Kurdistanê pergala hilweşînê: Qirkirina Xwezayê

Di van salên dawî de di çarçoveya konsepta şer de, di serî de herêmên Amed, Dersim û Cûdî li hemû bajarên Kurdistanê qadên ekolojiyê rastî texrîbatên sîstematîk tên.

Qirkirina xwezayê ya pir alî, ku di sedsala dawî de bi taybetî ji bo ku erdnîgariya Kurdistanê bêmirov bikin, bi israr tê berdewam kirin. Bi taybetî di van salên dawî de di çarçoveya konsepta şer de, di serî de li herêmên Amed, Dersim û Cûdî, li hemû bajarên Kurdistanê qadên ekolojiyê rastî texrîbatên sîstematîk tên.

Li Kurdistanê ku bi Peymana Lozanê re bê statu hat hiştin, di sedsala dawî de ji bo bêmirovhiştina erdnîgariyê polîtîkayên pir alî yên tinekirinê xistin meriyetê. Li Kurdistanê ji bilî çand, ziman û wêrankirina cihî, ku erdnîgarî jî di nav de ye mekanîzmayeke sîstematîk a hilweşandinê hate pêk anîn. Weke dewama sîstema hilweşînê ya pir alî yên weke şewitandina cihên niştecîhbûnê, şewitandina daristanan, hilweşandina zeviyên mêrgê, bikaranîna bendavên li ser çeman û aktîvkirina kargehên madenê tê pêk anîn. Li aliyek qirkirina xwezayê di nava çarçoveya şerê taybet û rêgezên hiqûqî yên awarte de tê kirin, li aliyê din pêvajoyak ji bo sazîkirina vê pêvajoya tinekirinê tê meşandin. Li Kurdistanê herêmên ku bi hincetên qedexe û şer tên valakirin û weke qadên leşkerî tên ragihandin, pêvajoya bikaranînê bi awayekî krîmînal bi xwe re encamên sosyo-siyasî tîne. Tevî ku tevahiya binesaziya vê pêvajoyê li ser hemû saziyên fermî yên pêwendîdar tê meşandin, sîstemên hîdro, kînetîk û sîstemên çavdêriyê yên hîdrometrîk nîşan dide ku encamên derketine holê, derbasî pêvajoyeke gelekî giran dibe.

Bi hinceta hawira pevçûnê ya ev sedsal e dewam dike, şewitandina bi sedan qadên daristanî bûye polîtîkayeke sîstematîk. Şewitandina qadên daristanî, bombekirina xwezayê ya bênavber, birîna daran û talankirina xwezayê zexteke giran li şêweyê nebatên endemîk ên bêhempa yên li Herêma Kurdistanê mezin dibin, kirin. Jiyana zindî ku em jê re Flora û Faûna dibêjin li hin deveran tune dike, hin deveran jî veguherandiye herêmên demkî. Bi taybetî di nava 20 salên dawî de hemû qadên ekolojîk ên li gelek gundên Kurdistanê bi taybetî li herêmên Amed, Dersim û Cûdî ku di dema desthilatdariya AKP'ê de herêmên şer lê hatin ragihandin, bi rengekî sîstematîk hatin şewitandin û xerakirin. Bi taybetî, birîn û şewitandina qadên daristanî ji aliyê dewletê ve, di dîrokê de pêvajoyeke hilweşînê ya ku mînaka wê nîne.

DÎROKA QIRKIRINA DARISTANAN

Li Kurdistanê pêvajoya herî giran ên qirkirina xwezayê, li navçeya Madenê ya Elezîzê bi sedan sal berê bi derxistina kanên sifirê destpê kir. Di dema Osmaniyan de 5 kanî û ocaxên xîçê yên girêdayî Amedê hebûn. Hilberîn rasterast bi navendê ve girêdayî bû û ji bo rêveberiya navendî dahatek girîng ava dikir. Li gorî raporên dewleta Osmanî, ji bo hilberîna sifirê dema ku komirê hewce dike ji firinan nedihat peydakirin, daristanên derdorê ji bo vê yekê dihatin bikaranîn. Li gorî agahiyên wê demê, bi sedan qadên daristanî hatin birîn û ji bo pêxistina firinên madenê hatine bikar anîn.

DÎROKA QIRKIRINA XWEZAYÊ YÊN BI HINCETA ŞER HATINE KIRIN

Piştî avabûna dewleta Tirk û di şerê ku piştî gelê Kurd daxwaza mafê xwe kir de, her tim qadên daristanî hatin şewitandin. Şewitandina sîstematîk a qadên daristanan ku weke parçeyekî şer tê nirxandin, di dema serhildana Şêx Seîd a sala 1925’an û piştî wê destpê kir. Di serhildanê de û piştî wê bi hezaran sivîl hatin qetilkirin. Li aliyek Kurdan di çerçoveya Plana Şark-Îslahatê de sirgûnkirin û li aliyê din jî di encama polîtîkayên Îskanê de bi sedan daristan û mêrg hatin talankirin. Piştre jî heman taktîk di Serhildana Agiriyê û Qirkirina Dersimê de jî hate pêkanîn. Dewleta Tirk jî qadên jiyanê yên li derdora xwe bi temamî zuha kir û li dijî xwezaya Kurdistanê şer ragihand. Li cihên ku berxwedan lê dewam dikir weke Amed, Dersim, Sêrt, Bedlîs, Mûş û Agirî bi sedan daristan şewitandin.

Her wiha di salên 1960’î de ji bo avakirina saziyên cemaweriyê yên li Kurdistanê hewcedariya kereseyê dîsan bi talankirina xwezayê hat pêk anîn. Di vê dîrokê de pêdiviya germkirinê ya saziyên leşkerî û cemawerî yên li Kurdistanê hatibûn avakirin, bi talankirina qadên daristanê dihatin dabînkirin. Mekanîzmayeke ku daristanan kontrol bike nebû û ji ber vê bi sedan qadên daristanî wêran bûn. Li gorî daneyên Odeyên Pîşeyî yên texmînkirî, di vê pêvajoyê de bi sed hezaran hektar erd hatine tinekirin.

DI NAVA 20 SALAN DE 9 HEZAR HEKTAR ERD HATIN ŞEWITANDIN

Li Kurdistanê qirkirina xwezayê bi awayeke biatlehî berdewam dikir, di salên 1980’an de piştî derketina PKK’ê derbasî qonaxek din bû. Dewlet dîsa konsepta şer a li ser esasê bêmirovkirina Kurdistanê xist meriyetê. Bîra dewletê ya sedsalî ya şewitandin û hilweşandinê dîsa ket dewrê. Bi hezaran gund û mezra hatin şewitandin û xerakirin. Bi sedan daristan û mêrg hatin şewitadnin û wêrankirin. Li Şirnex, Amed, Çewlîk, Mûş, Bedlîs, Sêrt, Dersim û cihên din gelek qadên daristan û mêrg hatin tinekirin.

Bersiva pêşniyazpirsa meclîsê ya derbarê şewitandina daristanên Kurdistanê ya salên 90’î asta wêrankirinê wê baştir were fêmkirin. Li gorî qeydên fermî yên dewleta Tirk di navbera salên 1994-99'an de di encama bombebarana leşkerî de tenê di mehekê de 33 daristan hatin şewidantin û di nava 20 salan de 9 hezar hektar erd jî hatin tinekirin.

Di sala 2015’an de bi destpêkirina konsepta şer re erdnîgariya Kurdistanê careke din hate şewitandin. Şerê ku vê carê dewleta Tirk da destpêkirin, tenê bi wêrankirina Bakur re sînordar nema. Li herêmên Başûr û Rojava jî êrîşek cidî ya li dijî xwezayê pêk tê. Şewitandina daristanan bi taybetî li bejahiya Dersim, Çewlîk, Amed, Sêrt û Bedlîsê zirareke mezin dide nebatên herêmê. Daristanên dişewitin bi hincetên 'ewlehiyê' destûr nayê dayîn ku bên vemirandin. Ji bilî şewitandina daristanan, bi taybetî li Cûdî, Şirnex û bajarên ser sînorê Başûrê Kurdistanê, bi armanca kereste birîna daristanan derbasî qonaxeke din bûye. Tevî hemû nerazîbûnan jî bi hinceta ewlehiyê birîna daran li Êlih, Dersim, Sêrt û Bedlîsê didome.

QIRKIRINA XWEZAYÊ DERBASÎ ROJAVA Û BAŞÛR JÎ BÛYE

Dîsa di çarçoveya şer de li Başûrê Kurdistanê jî polîtîkayên tunekirinê yên xwezayê tên meşandin. Li bajarên ser sînorên Başûr, şewitandina daristanan û birîna daran bi awayek eşkere û vekirî ji aliyê leşker û cerdevanan ve tê kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK’ê li dijî vê yekê bêdenge û zextê li gelê ku nerazîbûn nîşan didin dike. Dîsa bi dagirkirina bajarê Efrînê yê Rojava re qirkirina xwezayê destpê kir. Bi milyonan darên zeytûnan ku çavkaniya debara gel e, hatin birîn. Qadên daristanan hatin şewitandin. Bi milyonan darên zeytûnan hatin talankirin û anîn Tirkiyeyê.

Tevî sîstema tinekirinê ya pir alî ya li ser erdnîgariya Kurdistanê, li dijî qadên gerîla çekên kîmyewî ku hemberî mirovahiyê tê wateya sûcê, tên bikaranîn. Ev çek zirarek mezin didin hebûnên ekolojiyê. Hemû zindiyên di xwezayê de tine dike. Madeyên çekên kîmyewî bi avên bin erdê re dibe yek û ev yek dibe sedem ku jehrîbûna avhewayê û av qirêj bibe. Bi tinekirina jiyana mirov, sewal û nebatan, ekosîstema herêmê xira dike.

LI KURDISTANÊ QIRÊJKIRINA ÇAVKANIYÊN AVÊ Û BENDAV

Li Kurdistanê çavkaniyên avê yên sererd û binerd bi lez tune dibin. Li ser piraniya çemên mezin, gelek bendav hatine çêkirin. Piraniya çeman jî di salên dawî de ji ber qirêjiya ku ji ber lêgerîna madenê çêbûye, bi qirêjbûneke mezin re rû bi rû ne. Di encama polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî xwezayê de, tê xwestin ku gelek geliyên çeman bi bendav û HES’an werin zuhakirin. Li deverên ku bendav lê tên çêkirin, windahiyên civakî û çandî jî derdikevin holê. Wê li ser hilberandina çandiniyê encamên wê yên nerênî yên demdirêj çêbibe. Bendavên ku weke rêbazeke şer tên çêkirin, ji bo erdnîgariya Kurdistanê xeteriyeke mezin diafirîne. Mîna encamên wê yên ekolojîk, ji aliyê civakî, çandî û siyasî de jî encamên giran diafirîne.

Dewleta Tirk di salên 1960’an de li Kurdistanê li ser hemû çeman û avên diherikin pêvajoya avakirina bendav û HES’an da destpêkirin û komkujiya xwezayê bi lez kir. Çêkirina HES û bendavan li Kurdistanê, di esasê xwe de weke parçeyekî feraseta ewlehiyê û hedefa bikaranîna bi armanca leşkerî pêş ket. 52 bendavên li Bakurê Kurdistanê, ji ber xirabiyên ku li ser çeman çêkirî, hişkesalî û gelek pirsgirêkên din ên ekolojîk afirand. HES û bendavên ku hatine çêkirin, di aliyê ekonomîk de ti sûdê nade gelê herêmê. Tenê sûdê dide ekonomiya sermayeya alîgir. Li Kurdistanê piraniya elektrîk û enerjiya ku ji van bendav û HES’an tê bidestxistin, li herêmên sanayiyê yên bajarên rojava tê bikaranîn.

Sala 1965’an Bendava Keban hate çêkirin. Bi tejîbûna gola Bendava Keban re, mudaxeleya destpêkê li çemên Kurdistanê hate kirin. Di navbera Elezîz, Dersim û Meletiyê de di hecmê 31 kêm3 û firehiya 687 km2 de golek hate afirandin û mudaxeleya destpêkê bi vî rengî li dewlemendiya ekosîstem a çemê Firatê hate kirin.

Tevî hemû îtîrazan jî, dewleta Tirk projeya Bendava Ilisû û HES’ê temam kir û gola bendavê tejî kir. Bendava Ilisû bû sedem ku bi deh hezaran mirov koç bikin. Qadên çandiniyê yên di qada 200 km de, di bin avê de man.

Hesenkeyfa xwedî dîroka 12 hezar salan, di bin avê de ma. Herî kêm 400 deverên arkeolojîk di bin avê de man. Qasî 136 km Geliyê Dîcle ya xwedî dewlemendiyeke bê hempa, veguherand golê. Bi vî rengî li bakurê Kurdistanê yek ji qetlîamên ekolojîk a herî mezin hate kirin.

BENDAVÊN EWLEHIYÊ

Sîlsîleya bendavan sala 1980’an li Bakurê Kurdistanê bi  projeya GAP’ê destpê kir. Di salên 1990’an de ji aborî-enerjiyê, hîn zêdetir bi armanca ewlehiyê hatine çêkirin. Di pêvajoya ku bi GAP’ê re destpê kirî, heta niha li ser Çemê Firatê 5 bendavên mega hene. Ji sala 2009’an û vir ve bi armanca leşkeriyê di bin navê ‘ewlehiyê’ de bi çêkirina 11 bendavan ku Colemêrg û Şirnexê digire nava xwe, hate xwestin ku herêmê ji mirovan xalî bikin û bi temamî bikeve bin kontrola leşkeriyê de. Di rapora kar û xebatên sala 2007’an a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) de, wiha hate gotin, ‘Sala 2007’an ji bernameya razemeniyê re di çarçoveya etut-projeyê de ji ber ewlehiya sînor di bin navê Bendên Komkirina Avê de çêkirina projeya 11 bendavan hatiye îhalekirin.’ Van projeyan hem bandor li ser koçberiyê kir, hem jî bandorên cidî yên nerênî li ser çavkaniyên avê kir.

Bi Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Silopiyê, Çêkirina Projeya Bendava Şirnexê, Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Qileban, Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Balli, Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Kavşaktepe, Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Mûsatefe, Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Çetîntepe, Çêkirina Projeya Bendava Şirnex-Çocûktepe, Çêkirina Projeya Bendava Colemêrg-Golgelîyamaç, Çêkirina Projeya Bendava Colemêrg-Beyyûrdû, Çêkirina Projeya Bendava Colemêrg-Aslandagi hat armanckirin ku qadeke leşkerî ya bi dirêjahiya 380 km were çêkirin. Sala 2008’an ev bendav di raya giştî de jî hatin dîtin. TMMOB’ê sala 2009’an di encama rexne, rapor û zexta civakî ya têkildarî van deveran, 7 bendav ji statuya ‘bendava ewlehiyê’ ya 2012’an hatin derxistin. Weke santrala Hîdro-Elektrîk (HES) da nasandin. Bendavan jî lingek ê polîtîkaya îskan ava kir. Herî kêm projeya 20 bendavan ku li Dersimê tê plankirin, heye. Li ser Çemê Mercan ku yek ji çavkaniyên esas a parka milî ya di nava sînorên Millî Park de ye, ‘HES a Qeçax’ hate avakirin. HES di sala 2003’an de li herêmê dest bi avakirina enerjiyê kir. Ji ber van projeyan ekosîstema herêmê zirarên cidî dît, deverên gund û xwezayî di bin avê de man.

PÊVAJOYA HILWEŞÎNÊ YA SÎSTEMATÎK Û BANDORBÛNA DEVERÊN ÇANDINIYÊ

Ev pêvajoyên hilweşînê yên sîstematîk, nîşan dide ku hilweşîneke girseyî tê plankirin. Ev hewldana li dijî xwezayê wê bibe sedem ku cûreyê Biyo tune bibe, li gel vê jî karesatên mîna heyelan, lehî û hwd zêde bibin. Dîsa tunebuna şînkahiyan wê bibe sedem ku çavkaniyên avê yên di binê erdê de kêm bibin. Wê bibe sedem ku ava baranê ti sûdê nede çavkaniyên avê yên di binê erdê de. Wê bi van karesatan re, çavkaniyên avê zuha bibin.

Bi vê hewldana hilweşînê ya girseyî, bendav û karên ku li ser çavkaniyên avê tên kirin, bandorê li ser hewaya li wê herêmê jî dike û her wiha dibe sdema tunebûna beşekê şînkahiyan jî. Ji ber bendavan avên binerd her ku diçin kêm dibin, li gel vê jî pirsgirêka qirêjiyê bi xwe re tîne. Em dibînin ku li devera ku hevzaya bendavê lê hatiye çêkirin, nexweşî zêde bûne û bandoreke cidî li ser çandiniyê dike. Cotkarên ku karê çandiniyê dikin jî, ji ber vê yekê hîn zêdetir mesrefê dikin.

Her wiha tê dîtin ku bi şînkahiyan re pirsgirêka adaptasyonê çêdibe û piranî ji van nexweşiyên fungal (Martarî) pê re çêdibin. Lewma rekolteya berhem dikeve. Di demên dawî de bi taybetî li cihên mîna Erganî û Egîlê mêşa fêkî ya Behra Spî û zirariyên mîna wê ji ber nema ku ji ber bendavan çêbûye, zindî bûne û zirareke cidî didin berhemên çandiniyê. Her wiha li herêmên ku di bin bendavê de dimînin, nema ku berê çêdibû nemaye û di demsalên baranê de jî rêjeya nemê ya ku tê xwestin çênabe, ev yek jî di aliyê nerênî de bandorê li ser çandiniyê dike.

Yanî sîstem li aliyekî bi bendavên ku çêkirî, li dijî welatên li herêmên jêr (Rojava-Başûr) avê weke gef bi kar tîne. Li aliyê din bi enerjiya ku ji bendavan distîne, bi niştecihên li wê herêmê re parve nake.

LI KURDISTANÊ QIRÊJIYA AVA VEXWARINÊ

Ji ber ku filtrasyona avaniyên li ser çavkaniyên avê tên çêkirin, nayê kirin û metalên giran di nava avê de tên hiştin, av tên qirêjîkirin û ev yek jî polîtîkayên îmhayê yên sîstematîk ên li ser xwezayê nîşanî me dide. Ava ku tê qirêjkirin, ji ber herikînê tesîrê li tebeqeyên axê dike û ev jî rê li ber kêmbûnan kalîteya avên bin erdê vedike. Ava binê erdê ya qirêj ku diherike çem û golan, li gel metalên giran derbasî axê û avên binê erdê dibe û di encamê de derbasî zincîra xwarinê ya heywan û mirovan dibe. Kalîteya ava binerd a Deşta Amedê, hewza avê ya li herêmê qada xebatê ya petrola Hewêlê, qadên alûvyonên hewza Dîcleyê û derdora Çemê Êlihê, beşên bazalt ên Qerejdaxê ne. Analîzên kîmyewî û nirxandinên hîdrojeo bi taybetî avên istihsal ku nava xwe de madeyên zirardar dihewîne yên bermahiyên petrola ku ji formasyona Mêrdînê tê derxistin, ji bo ava vexwarinê ya Amedê talûkeyeke mezin bi xwe re tîne.

Ava ku ji ber vê petrolê derdikeve, hem ji ber şorayiya wê ya zêde û hem jî ji ber cûreyên din ên zirardar vê avê, avê dixe kategoriya avên zirardar. Dîsa avên binerd ên qirêj ên li herêma Hewêlê ber bi navenda Amedê ve diherike ji bo ava binerd ya li Amedê tê bikaranîn tehdîd e. Eger tedbîra vê neyê girtin, li navenda bajêr bikaranîna ava binerd wê tesîreke neyinî li tenduristiya mirovan bike. Lênêhirîna pergalên dawerînê yên di serdema şaredariyên HDP'ê de hatine çêkirin, ji aliyê qeyûman ve tên îhmalkirin. Di van heyaman de, ji hêla pisporan jî ve hate destnîşankirin ku pergalên dawerînê bi awayekî baş naxebitin û berê ava qirêj didin çeman û ev yek jî dibe sedema mirina ajalên di nava avê de.

Di bikaranîna avên binerd de dîsa metirsîyên ekolojîk nehatine berçavkirin. Bi ocaxên medenan tehrîbateka mezin li xwezayê tê kirin. Ji bo rewakirina vê îmhaya sîstematîk jî serî li polîtîkayên zordariyê didin. Dixwazin bi qedexeyan zozanan vala bikin, wesfa erdên çandinîyê biguherînin. Xebatên derxistina medenan yên Kurdistanê û bi taybet li Dersim, Şirnex û Colemêrgê her diçe zêde dibin.

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî talankirina medenên li Kurdistanê raporek weşand û naveroka wê wiha ye:

LI DERSIMÊ 450 KM ERD WEKE QADA MADENÊ HATE ÎLANKIRIN

Erdnigariya Kurdistanê ji aliyê çavkaniyên binerd ve xwedî dewlemendiyeke mezin e. Di demên dawî de lêgerîna medenê gihiştiye asta talanê. Li Dersimê qadeke bi qasî 450 kîlometreyî  weke qada madenê hatiye îlankirin. Bi taybetî li bakurê Dersimê medena ku di çêkirina teqemeniyên roketan da tê bikaranîn, li bakurê Çiyayê Munzurê ku medenên weke  krom û borê lê zêde ne û  ji bo derxistina zêr herêma li aliyê başûr hemû weke qada madenê hatiye îlankirin. Li gelîyê Munzûrê bi sedan cureyên endemîk hene û bi sedan cureyên ajelan dijîn. Ger ev ocaxên medenan hemû bên aktîfkirin, wê ev hemû cureyên zindî û riwekan tune bibin. Di nava hewza Munzûrê de Geliyê Pilemurîye herêmeke girîng a ekosîstemê ye. Di serî de Projeya Kana Medena Kromê ya li 3 gundên girêdayî navçeya Pilemurîyeyê, di Hewzeya  Gelîyî de Kanên Kevir û Xîzî tên xebitandin. Li gundê Koseler ê navçeya Pilûrê erdekî mezin ê  xizîneyê ku bi salan e ji aliyê gundîyan ve weke zozan û erdê çandiniyê tê bikaranîn, di bin navê ‘kirêkirinê’ ji bo talanê didin destê xwedîyên sermaye û şîrketên mezin. Li  Colemêrgê û derdora wê nêzîkî 60 şîrketên medenê bêyî destûrên qanûnî bêqayde dixebitin. Dewlet bi hinceta ewlehiyê destûrê nade ku bi tu awayî gel û rêxistinên ekolojîk  li ser qadên talankirî lêkolînan bikin.

Destûra talankirina xwezayê dide alîgirên xwe yên sermayedar û   hewl dide herêmê bêmirov bike û rejîma xwe ya  talanker  bidomîne. Dîsa par  li gundikê Harê yê gundê Marînosê ku girêdayî navenda Colemêrgê ye fîrmayeke medenê bi alîkarîya leşkeran  xwestibû li herêmê kaniyekê veke û gundiyên ku li hemberî vê yekê nerazîbûna nîşan dan li rastî êrîşê hatin û hatin binçavkirin.

LI FARQÎNÊ JI BO HILBERÎNA GAZA KEVIRÎN WÊ QADÊN ÇANDINIYÊ BÊN TUNEKIRIN

Li navçeya Farqînê 9 salan beriya niha hebûna xaza kevirîn hatibû tesbîtkirin. Piştî vê yekê hat plankirin ku li sê hezar cihên cuda sondaj were kirin. Di encama van sondajan de talanê destpê kir û hilberîna xaza kevirîn û petrolê wê hem dawiya çavkaniyên ava paqij  bîne û hem jî wê ava binerd û sererd qirêj bike. Hilberîna xaza kevirîn ji bo erdên çandinîyê talûkeyeke mezin e  û li herêmê rê li ber hilberîna çandiniyê digire. Ji kaniyên me li şûna avê dê xaz û madeyên kîmyevî biherikin. Di encama van polîtîkayên  dewletê yên qirêj de dewlemendiya herêma çandinîyê tune dibe. Dema ku ev herêm tûşî van polîtîkayan dibe, tekane çareserî wê bibe koçberî û  ev herêm wê bibin herêmên ku çend şîrket  lê bi talankirina ekolojîk bêrîkên xwe tije dikin.  Wê tesîreke neyînî jî li ajel û riwekên li vê herêmê bê kirin. Di sala 2016'an de li navçeya Karakopruya navenda Rihayê 5 hezar donim erdê ku taxên weke Korukezen, Kirkpinar, Tûlmen, Esemkûlû, Kalecik, Îsaveren, Mustafacık û Kizlarê jê îstîfade dibûn, kirin kana kevir û xîzî. Lîmak Holdînga ku dixwest li vê herêma ku çandinî lê zêde tê kirin û erdê ku gundiyan weke mêrg jê îstîfade dibû, kanên medenê bide xebitandin, tevî nerazîbûn û bertekan jî Lîmakê dev ji projeya xwe bernada. Di çarçoveya projeyê de wê 15 milyon darên fisteq û ajaldarî di bin xtalûkeyeke mezin de bin. Tişta ecêb jî ev e ku xelkê herêmê mêrga berbehs  ji bo lê dar bên çandin bexşandin dewletê, dewletê  jî taybetmendiyên mêrgê guhertin û ji bo talanê da destê Lîmakê. Bi polîtîkayên rantê yên li ser mêrg û erdên çandiniyê hêrên ji bo  berjewendiyên şîrketan tê qurbanîkirin.

SANTRALA TERMÎK A LI QUNTARÊ ÇIYAYÊ CÛDÎ

Koma Cîner a bi nêzîkbûna xwe ya ligel desthilatdariyê tê nasîn, li quntara çiyayê Cûdî ev nêzî 6 sal in santrala ku bi komirê dixebite ava kir. Karkerên li vê santrale tên xebitandin, girtiyên ji Çînê ne. Li aliyek xweza tê wêrankirin, li aliyê din keda girtiyên welatên din weke keda erzan bikar tîne.

Di sala 2014’an de dihat plankirin ku projeyek mezin a santrala termîkê bê çêkirin, lê ji ber berxwedana gelê Cûdî neçar mabû were taloqkirin. Ji ber ku 3 projeya santrala ûnîtel ya li Silopiyayê hatiye çêkirin têra valakirina herêmê nake, tê armanckirin ku ev proje li navenda Cûdî bê pêkanîn. Ji ber ku rezervên komirê yên li herêmê xwedî kapasîteya 10 qat ji kanên ku niha aktîf in, tê armanckirin ku santrala termîk a ku bê çêkirin, ji kanên derdora wê were xwedîkirin.

Di nava du salên dawî de kargehên ku her diçe zêde dibin û 500 kanên heyî çiyayên Cûdî hema hema veguherandine konê koremişkan. Bi hinceta ewlehiya kanên ku salane 1.2 milyon ton komir hildiberîne, ji 150'î zêdetir noqteyên leşkerî yên bi formên cuda wek kalekol – kalekule – qarakol hatine çêkirin û ji bo yên nû jî xebat didomin.

Her wiha ji bo têkiliyên di navbera nuqteyên leşkerî û di navbera kule û ocaxên kanê de werin danîn, projeyeke beton-asfaltê ya ji 70 kîlometreyî dirêj hatiye destpêkirin. Tevî van hemûyan, 300 kes bi alîkariya şîrketa ku îhaleya 'paqijkirina' herêmê li dora kuleyên leşkerî qezenç kir, bi firehiya 2km nêzî mehekê ye daran dibirin. Eger xebata dar birînê bi vî awayî berdewam bike, di nava 6-7 mehan de wê li Cûdî ji sedî 70’ê bê dar bimîne. Ev rewş wê bihêle tevahî herêmên daristanî yên çiyayê Cûdî ji statûya daristanan bê derxistin û zemîna avakirina kanûn nû veke. Ji ber tinekirina qadên daristanî û qirêjbûna  rûbaran ji ber bermahiyên kanên madene, berhemdariya zeviyên çandiniyê yên herêma Cûdî jî kêm kiriye.

Herêma Cûdî ku xwedî jiyaneke xwezayî ye û lê darên zeytûn, gûz, cûreyên cuda ên sebze û fêkiyan hene, ji bo xwedîkirina sewalan jî xwedî zozanên kêrhatiye. Her wiha di nav de nebatên endemîk û cureyên sewalên çolê yên di bin xetereyê de ne dijîn. Dixwazin cihek wiha veguherînin herêmek bi rengê reş. Dema em li bandora vê projeya berfireh a hilweşandinê ya li ser jiyana gelên herêma Cûdî dinêrin, em rastî tabloyek xeterenak tên. Ji ber bandora madeyên kîmyewî yên ku di nav çavkaniyên avê de tevlihev dibin, gazên jehrîn ên ku di hewayê de têne berdan û bi bandora barana xwelî û asîdî, dibe sedem ku nexweşiyên mîna tengbûna nefesê, krîza dil, nexweşiya pençeşêrê, jinên ducanî hêj dema wan neyê zarok ji ber wan diçe, ango astangdar tên dinê zêde dibin.

*Ev dosyeya li ser qirkirina xwezayê ya li Kurdistanê hatiye amadekirin xwe dispêre daneyên Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya û Odeyên Pîşeyî yên Amedê.