KCÊ-E’yê Cejna Êzî pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropa Cejna Êzî li civaka Êzidî, gelê Kurd û li tevahiya mirovahiyê piroz kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropa (KCÊ-E) bi boneya Cejna Êzî daxuyaniyek weşand. KCÊ-E’yê Cejna Êzi di serî de li civaka Êzdiyan, li gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê piroz kir û got, “Em hêvîdarin ev cejn ji bo gelê me û hemû gelên cîhanê bibe wesîleya aştî û aramiyê.”

Daxuyaniya giştî ya KCÊ-E’yê wiha ye:

"Civaka Êzidî li welat û li seranserê cîhanê ji 28’ê Mijdarê ve dest bi pêvajoya rojiyê kiriye û pişti pêşwazikirin û pirozkirina Cejna Şêşims û Xwedana niha ji qonaxa dawi Cejna Êzî bi kelecaneke mezin 15 ‘ê Kanûnê tê pêşwazi kirin. Li gorî baweriya me di tevahiya pêvajoya rojiyan de, mirov bi xwe re di warê nefsî de paqijbûn û nûbûnekê çêdike, di warê ruhî û derûnî de jî xwe li ser rêya Tawisî Melek xurt û qawîn dike. 

‘BERÎ HER TIŞTÎ VEGERIN WELATÊ XWE’

Disa li gori bawerî û ola me ne tenê di dema rojî û cejnan de vê yekê li ser me farz dike, di tevahiya salê de vê li me ferz dike û ji me tê xwestin ku piştgiriya civakê ya bi hevdû re çêbib. Tifaqa xwe xurttir bikin û li ser vî esasî bijîn û tevbigerin. Her wiha, Cejn rojên aştî, biratî û hev hembêz kirinê ne. Ji bo vê jî em dibêjin çi dibe bila bibe, divê berî her tiştî civaka me li xwe vegere û yekîtî û tifaqa xwe xurt bike. Bersiva 74 fermanan tenê mezinkirina yekîtî û tifaqê ye. Eger em bibin yek, em dikarin rêya bav û kalan û xeyalên lehengên Şengalê pêk bînin. Çawa ku dayika kesî ji mirov re nabe dayik, her wiha welatê xelqê ji mirov re nabe welat.

Ancax em karibin li welatê xwe û bi hev re bi aramî bijîn. Jiyana derveyî welat ji bo me wek fermanekî ye.Ji bo em li dervayi welat winda nebin, divê em ol û baweriya xwe biparêzin û van nirxên ku çawa bav û kalên me ‘serî dan û sir nedan’ em ji xwedî li van nirxan derkevin.

‘TESLÎMBÛN Û BIRÇÎBÛNÊ LI SER  ŞENGALÊ FERZ DIKIN’

Her wiha, hinek taybetmendiyên cude yên pêvajoya rojî û cejnan hene. Yek ji wan jî dayîna xêr û xeratê miriyan, piştgirtin û alikariya civakî ye. Bi taybetî jî gihandina xêr-xêrat û alîkariya bi kesên ku pêwistiya wan pê heyî. Ev erk mîna rojî, cejn û duayan giring û ferz e.

Hîn jî bi deh hezaran Êzdiyên me di kampên mihaciran de dijîn û nikarin bi germahî rojiyên xwe bigrin, cejnên xwe pîroz bikin. Rewşa civaka me ya li Şengalê jî, ne kêmî ya wan kesên me ku di bine çadirên laylonî de ne. Her wiha li ser civaka me ya Şengalê dorpêçkirin, teslîmbûn, birçîbûn û bêrûmetiyê ferz dikin û dixwazin siberoja wan tarî bikin.

‘JI BO ÊZIDXANEKE AZAD TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN’

Eger siberoja civaka me ya li Şengalê tarî bibe, ew bê teslîmgirtin û qirkirin, divê ku em baş bizanibin ku wê siberoja tevahiya Êzdîxanê tarî bibe. Lê tevî hemû astengiya jî cihê kêfxweşiyê ye ku civaka me yên li kampên başûr qefle bi qefle vedigerin ser cih û warên xwe.

Divê em wek civak, bi rasthatina rojî û cejnan xwedîderktina li hevdû hîn xurtir bikin, berpirsyariya xwe ya mirovî, olî û civakî bicihbînin û li dora saziyê xwe kom bibin. Ji bo Êzidxaneke azad û nasandina statuya Ṣengalê, tekoṣina xwe mezintir bikin.

Bi vê armancê em bang li tevahiya civaka xwe dikin, bi taybetî jî bang li civaka xwe ya li Ewropayê dikin ku xêr, xêrat û alîkariya xwe ya îsal jî bighînin civaka xwe ya ku pêwistî pê heyî. Bi taybetî jî em destê alikariyê kesên xwe yên li kampên Başûr û Şengalê bikin.

Li ser vî esasî em wek Koordinasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, cejna hemû civaka xwe ya li tevahiya cîhanê pîroz dikin û 15’ê Kanûnê li hemû heremên ku pîrozbahiyên Cejna Êzî pêk tên. Em tevahiya civak, dost û hevalên xwe vedixwînin van pîrozbahiyan dikin."