Li Colemêrg û Wanê ji ber berfa zêde li 806 cihan rê hatin girtin

Li Colemêrg û Wanê, ji ber barîna berfa zêde rêyên 806 gund û mezrayan hatin girtin.

Li Colemêrgê ev 4 roj in bi navber berf dibare. Berfê duh dijwartir bariya û rêya 113 gund û 242 mezrayan girt. Tevahiya rêyên navberan yên di berpirsyariya qeyûm de ne, bi temamî hatine girtin. Li navenda Colemêrgê rêya 27 gund û 66 mezrayan, li Çelê, 8 gund û 14 mezrayan, li Rûbarokê 3 gund û 15 mezrayan, li Şemzînan 18 gund û 69 mezrayan, li Geverê 57 gund û 78 mezrayan, hatin girtin.

Ji Çiyayê Simbil aşût ket ser rêya Colemêrg û Çelê û rê hate girtin. Nêzî 2 saetan rê girtî ma û bi xebatên tîmên Îdareya Bajêr a Taybet, rê hate vekirin.

Duh bi şev li Wanê ji ber barîna berfê bi giştî rêyên 451 jingehan hate girtin. Bi taybetî rêyên hemû gundên çolter yên navçeyên Şax, Miks û Payîzavayê ji ber barîna berfê, hatin girtin.