Hevsengiya li Amazonê guherî: Ziwatî û bandora li ser hawirdor û civakê

Ziwatiya ku li Daristanên Baranê yên Amazonê zêde bû, têkildarî paşeroja ekosîstemê pirsgirêkên girîng xist rojevê.

Ziwatiya li Amazonan hem ji aliyê hawirdorî hem jî ji aliyê civakî û aborî ve pirsgirêkên cidî diafirîne. Ji ber ziwatiya li Amazonên Brezîlyayê xureka bingehîn a li ser zêdeyî 500 hezar kesî dibe ku kêm bibe. Kêmbûna ava çem ji bo mirovên bi masîgiriyê debara xwe dikin dibe sedema pirsgirêkên cidî û li herêmê rewşa lezgîn a hawirdorî hatiye ragihandin.

Ziwatî ji ber guherîna avhewayê ya global bi rengekî cidî dewam dike. Ziwatî bûyereke xwezayî ye ku gelekî hêdî destpê dike, li qadeke berfireh belav dibe û li ser mijarên aborî, hawirdorî û civakî dikare bandorê bike. Ziwatiya Ewropayê ya sala 2005'an û Ziwatiya li Tejaneya Derya Spî ya 2007-2008'an, nîşan didin bê bandora ziwatiyê li ser herêmên cuda çiqasî cidî û giran e.

Bi taybetî zêdebûna pileya germahiyê û kêmbûna ava li çem, bandoreke cidî li ser jiyana li nava avê ya li herêma Amazonê dike. Di nava hefteya dawî de li Amazonan zêdeyî 100 yûnûs mirin ku ev yek jî cidiyeta vê pirsgirêkê radixe pêş çavan. Pêwendiya vê yekê yekser bi ziwatî û zêdebûna germahiyê tê danîn.

Ev yek her wiha bandorê li jiyana xelkê herêmê jî dike. Pirsgirêkên peydakirina xureka bingehîn û avê, dibe sedema krîzên civakî û aborî. Bikaranîna zêde ya çavkaniyên avê, qirêjî û rêbazên şaş dibe sedem ku herêm û aboriya wan hîn bêhtir lawaz bibe.

Ji ber vê yekê ziwatiya li Amazonê ne tenê pirsgirêkeke hawirdorî ye, di heman demê de xwedî wê potansiyelê ye ku veguhere krîzeke aborî û civakî ya berfireh. Ev yek girîngiya stratejiyên rêveberiya hawirdorê yên daîmî û têkoşîna li dijî guhertina avhewayê ya global careke din destnîşan dike.

Rewşa li Amazonê pirsgirêkên hawirdorî yên li deverên cuda yên cîhanê jî nîşan dide. Mînak Resîfa Mercan a Mezin a li Awûstralyayê bi bilindbûna pileya germahiya li okyanûsê û asîtbûna okyanûsê re bi gefeke cidî re rû bi rû ye.

Ev rewş nîşan dide ku parastina ekosîstema li deryayê û têkoşîna li hemberî guhertina avhewayê çalakiyeke lezgîn e. Li aliyê din helandina qeşa Arktîkê, bilindbûna asta deryayê û guhertina pêlên hewaya global a ji ber vê yekê, bandorê li hevsengiyên ekolojîk ên li tevahiya cîhanê dike.

Li Efrîkayê jî ziwatiya li herêma Sahelê û çolbûyîn zexteke mezin li ser civakên xwecihî û çandiniyê dike. Ev mînak jî nîşan didin ku krîza avhewayê ya global ne tenê li hin herêman e, bandorê li tevahiya cîhanê dike.