Bîlançoya lehî û berfê: 9 kes jiyana xwe ji dest dan

Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 9’an. Cenazeyên 4 kesên ku li Êlîhê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin veşartin.

Li bajarên ku bager, berf û baranê bandor lê kirin, bilanço her ku diçe girantir dibe.

Hat ragihandin ku 9 kes jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî winda ne.

Li Êlîh û Zonguldakê 4, li Amedê 1 kes jiyana xwe ji dest da.

CENAZEYÊN KESÊN LI ÊLÎHÊ JIYANA XWE JI DEST DAN HATIN VEŞARTIN

Cenazeyên Lalîhan Guner a 54 salî û 3 neviyên wê yên ku temenê wan di navbera 1 heta 9’ê de bûn û li Êlîhê ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan, piştî otopsiyê li Goristana Asrî hatin veşartin.

Parlementerên HEDEP’ê yên Êlîhê Zeynep Odûncû, Mehmet Ruştu Tiryarkî, TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, HEDEP, DBP, HDP û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Piştî ku wecîbeyên olî bi cih anîn, cenaze hatin veşartin.