Sala 2023'an wê bibe 'sala herî germ a heta niha hatiye qeydkirin'

Servîsa avhewayê ya Ewropayê Copernîcûs ragihand ku piştî meha Mijdarê ya 'awarte' sala 2023'an wê bibe sala herî germ a hatiye qeydkirin.

Meha derbasbûyî bû meha şeşemîn ku rekora germahiyê li ser hev hate şikandin. Bi germahiya derdora 14.22 pileyî ya germahiya global re meha Mijdarê ya 2023'an li gorî Mijdara 2020'î ya rekora germê hatibû şikandin, bi 0.32 pileyî zêdetir germ bû. Ev meh li gorî Mijdara dema 1850 û 1900'î ya serdema beriya pîşesaziyê bi 1.75 pileyî hîn germtir bû.

Li bakurê cîhanê payîza ku ji Îlonê heta Mijdarê dewam dike, bi 15.30 pileyî bû payîza herî germ a dîrokê.

Alîkara Serokê Servîsa Guherîna Avhewayê ya Copernîcûsê (C3S) Samantha Bûrgess got, "Di sala 2023'an de êdî şeş meh û du demsal hene ku rekor şikandine. Meha Mijdarê ya awarte ku 2 rojên wê bi 2 pileyî di ser rêjeya germahiya beriya pîşesaziyê bû, sala 2023'an kir sala herî germ a hatiye qeydkirin."

Dîrektorê C3S Carlo Bûontempo jî got, "Heta ku konsantrasyona gaza serayê zêde bibe, em nikarin li benda encameke cuda bin. Germahî wê zêde bibe, pêla hewa germ û ziwatî wê hîn bêhtir bi bandor be."