CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Amazon heta 2070'yî dibe ku bi temamî tine bibin
Li gorî xebata ku zanyaran kirî, dibe ku 50 salê pêşiya me mirov nikaribe pêşî lê bigire ku Amazon bi temamî tine bibe. -
Buhayê zêde sewalkariyê diqedîne
Li Wan û derdora wê ku sewalkarî li ber tinebûnê ye, ji ber buhayê zêde yê êm û ka, kesên heywanan xwedî dikin zerarê dibînin. -
Li 13 welatan dibistan hatin girtin, UNÎCEF bi fikar e
Ji ber vîrûsa Korona ya ku li Çînê derket li 13 welatan di asta netewî de biryara girtina dibistanan hate girtin. UNÎCEF bal kişand ku nêzî 300 milyon zarok ji dibistanê bûne, diyar kir ku ev hejmar heta niha nehatibû dîtin. -
Rewşa dawî ya Covîd-19, ji bo xweparastinê divê çi bê kirin?
Hejmara qurbaniyên vîrûsa Korona (Covîd-19) roj bi roj zê dibe. Nîvê mirovên bi vîrûsê ketin rehet bûn. Bi tedbîrên ku WHO'yê ragihand, dikare pêşî li belavbûna nexweşiyê bê girtin. -
Li Zanîngeha Dortmûndê Konferansa Zimanê Dayikê
Kurd Akadê, bi hevkariya Enstîtûya Kurdî ya Dusseldorfê, Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) û Zanîngeha Dortmûndê, bi sernavê Zimanê Dayikê, Pirzimanî û Cihêrengî konferansek lidar xist. -
Cihêrengiya biyo: Ji bo 2050'î planek tê amadekirin
Civîna Konvansiyona Cihêrengiya Biyolojîk a li Romanê piştî hevdîtinên hefteyekê roja Şemiyê bi dawî bû. Ji bo parastina ekosîstemê û birêvebirina çavkaniyên xwecihî bi rengekî mayinde, heta sala 2050'î plansaziyeke berfireh tê danîn. -
KNK: Seîd Ûsiv û hunera xwe wê tim sax û nemir bin
KNK'ê bi daxuyaniyeke niviskî ji bo stranbêjê navdar ê Kurd Seîd Ûsiv serxweşî da malbatê, gelê Kurd û hezkiriyên Ûsiv. -
Gera li şûnwarên dîrokî li gel biha ye, li leşkeran belaş e
Buhayê serdana Girava Axtamarê ku par 15 TL bû, îsal careke din zêde bû. Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr ragihand ku buhayê serdanê 25 TL ye. Qadên dîrokî ku serdana wan ji bo gel bi pere ye, ji bo leşkeran belaş e. -
Xisara li daristanên Awûstralyayê bû ji texmînan zêdetir e
Tê texmînkirin ku şewata li Awûstralyayê ji ber ziwatiyê dest pê kir û bi mehan dewam kir, yek ji pênc parê daristanên li welêt şewitand. -
Li Belçîkayê 8'ê Gulanê konferansa mafên zarokan tê lidarxistin
Bi wesîleya salvegera 20'emîn wê Konvansyona Mafên Zarokan di mijara bicihanîna du protokolên lêzêdekirî li Belçîkayê konferanseke navneteweyî li dar bixe. -
'Avhewa naguhere, tine dibe'
Biyolojîstê Swîsreyî Raphael Arlettaz bal kişand ser germahiya zêde ya mehên zivistanê û hişyarî da ku ev yek nîşaneya 'tinekirina avhewayê' ye. -
Cejna Xidir Nebî li Rûsyayê hate pîrozkirin
Kurdên li paytexta Rûsya Moskowayê cejna Xidir Nebî pîroz kirin. Bi vê armancê şahiyek hate lidarxistin. -
Li Berlînê sempozyûma pirzimanî
Bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, YEKMAL'ê tevî gelek zanîngehan li paytexta Elmanya Berlîne sempozyûmeke ziman a ji bo 2 rojan li dar xist. -
KNK'ê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî pîroz kir
"Hewldanên xwe pirtir û bihêztir bikin, bi zimanê xwe yê dayikê di perwerde û proseya xwendinê bi awayekî serdemane bixebitin û nivşên bên perwerde bikin." -
Dîroka ku li pêş çavên cîhanê tine dibe...
Dîroka ji hezaran salî li pêş çavên cîhanê tine dibe. Şêniyên herêmê ji cih û warê xwe dibin, êrişeke metirsîdar li dijî xwezayê tê kirin. Heskîf binav dibe. -
TJA: Jiyana xwe bi Kurdî bixemilînin
TJA’yê ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got, "Li dijî asîmîlasyon û pişaftinê xwedî li zimanê xwe derkevin, bi Kurdî bixwînîn, binivîsinin û biaxivin." -
Nifûsa Ûkraynayê di nava 30 salî de bi 15 milyonî kêm bû
Hikumeta Ûkraynayê encamên serjimartina bi rengê elektronîk eşkere kir. Li gorî daneyan, di nava 30 salî de herî kêm 15 milyon ji nifûsa welêt kêm bûye. -
Koordînasyona Heskîfê: Banga dawî!
Koordînasyona Heskîfê diyar kir ku ava li bendavê digewime her tiştî dide ber xwe û bang li hunermend, rêxistinên civakî yên sivîl û raya giştî kir. -
Nifûsa Misirê bi ser 100 milyonî ket: Hejarî jî zêde dibe
Nifûsa Misirê bi ser 100 milyonî ket. Beşeke zêde ya nifûsa welat, li qadeke biçûk dijî. -
'Hikûmet bi polîtîkayên bazirganiyê nêzî xwezaya Kurdistanê dibe'
Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli diyar kir ku Çemê Dîcleyê û Baxçeyê Hevselê hev xwedî dikin û got: "Hikûmet bi polîtîkayên hişmendiya bazirganiyê nêzî Baxçeyê Hevsel û Çemê Dîcleyê dibe." -
Tê payîn ku li Awûstralyayê baran şewatê vemirîne
Tê payîn ku barana ev çend roj in li Awûstralyayê dibare, karibe şewata daristanê vemirîne. -
Her diçe daristanên Amazontê tine dibin
Li Brezîlyayê her diçe tinekirina daristanên mezin ên li Amazonê didome, hate ragihandin ku li gorî meha borî ev rêjeya tinebûna daristanê bûye duqat. -
Tedawiya HIV’ê zêde bibe wê encamên baş were stendin
Tê diyarkirin li Komara Efrîkaya Başûr dermanê TLD were bikaranîn wê vîrusa HIV’ê jî kêm bibe. -
Li Ewropayê pileya germahiyê zêde dibe
Welatên cîhanê yên hê li ser têkoşîna hevpar a li dijî germahiya gelemperî li hev nekiriye, li Ewropayê di nava 40 salên dawî de meha Çileya îsal bi kêmanî 3 pile germahî zêdetir bûye. -
WHO: Kanser wê 81 ji sedî li welatên xizan zêde bibe
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, li gorî texmînan wê li welatên xizan an jî rewşa wan a aboriyê ne zêde baş e, wê heta sala 2040'î kanser bi rêjeya 81 ji sedî zêde bibe. Sedema vê jî kêmaniya çavkaniyane ya ji bo wergirtina tedbîran.