Gaziyan şehîd Zîlan bi bîr anîn
Gerîlaya azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) di 29’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gaziyan ve hate bîranîn.
Gerîlaya azadiyê Zîlan (Zeynep Kinaci) di 29’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê gaziyan ve hate bîranîn.
Gaziyên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hesekê û Şedadê şehîd Zîlan bi bîr anîn.
Di civîna li Hesekê de ya bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdan destpê kir de, gelek gazî beşdar bûn. Di civînê de endama Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Azadî Hesen axivî.
Azadî Hesen a behsa jiyan û kesayeta şehîd Zîlan kir, got, “Heval Zîlan bi çalakiya xwe ji komploya 6’ê Gulana 1996’an a li hember Rêber Apo bû bersiv. Hevala Zîlan a ji bo hemû gelan têkoşîn dikir, ji tevahî jinan re bû pêşeng. Hewce ye em weke hevalên gazî timî li ser şop û rêya şehîdan bimeşin.”
Piştre jî nameya şehîd Zîlan a bi zimanê Erebî hat xwendin. Civîn bi nirxandinên têkildarî jiyan û têkoşîna şehîd Zîlan berdewam kir.
LI ŞEDADÊ CIVÎN
Li herêma Şedadê jî bi tevlîbûna gelek gaziyan bi wesîleya salvegera şehadeta gerîlaya azadiyê Zîlan civîneke bîranînê hate lidarxistin.
Di civîna Şedadê de destpêkê nameya şehîd Zîlan hat xwendin û analîza Rêber Apo ya têkildarî çalakiya şehîd Zîlan hat temaşekirin.
Di axaftinên li vir hatin kirin de hate diyarkirin ku destketiyên îro li Bakur û Rojhilatê û Sûriyeyê bi saya şehîdan û têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo ava bûne. Hate destnîşankirin ku Tevgera Azadiyê ya di pêşengiya Rêber Apo ji roja destpêkê heya îro li ser esasê pêkve jiyana gelan têkoşîn meşandiye.
Gaziyan anîn ziman ku wê timî ji bo parastina nirxên şoreşê têkoşîn bikin û ji bo pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin û serketinê bi encam bibe, wê bi rola xwe ya pêşengiyê rabin.