Metirsiya li ser faûna Antarktîkayê mezin dibe

Li Antarktîkayê ku ji ber germahiya global xwezaya wê xera dibe, zindiyên deryayê yên cûda mîna mîdye zêde bûne ku ev yek cihê fikarane.

Li parzemîna Antarktîkayê, zêdebûna helîna cemedê di nava deh salên dawî de, weke nîşaneya berbiçav a germahiya global tê dîtin. Lê belê li vê parzemînê guhertinên cuda jî dibe.

Heta niha ji ber serma ya xwe zêde, zindiyên ji parzemînên din nikarîbûn xwe li Antarktîkayê bigirin û bijîn. Lê belê di asta guhertina eko-sîstema parzemînê de niha guhertin dibe.

Li gorî lêkolîna pisporên Centre Îdeal ku estîtuyeke lêkolînên eko-sîstemê ya ser bi Zanîngeha Aûstral a li Şîlî ye, ji herêma Patagonya ya navbera Arjantîn û Şîlî heta Antarktîkayê, mîdyeyan dest bi 'dagirkeriyê' kirine. Di lêkolînê de hate ragihandin, ev zindiyên ku di nava şert û mercên asayî de nikarin li Antarktîkayê bijîn, li parzemînê hejmara wan gelekî zêde bûye.

BI KEŞTIYÊN TÛRÎSTÎK DERBASÎ PARZEMÎNÊ HATIN KIRIN

Li gorî lêkolîneran, mîdyeyên ku ji bo paşeroja Antarktîkayê 'cihê fikaran e' li tehtên li parzemînê zêde bûne. Tê gotin ku mîdye bi taybetî bi keştiyên tûrîstan hatine anîn.

METIRSÎ LI SER FAÛNA ANTARKTÎKAYÊ HEYE

Li gorî heman lêkolînê, zindiyên mîna mîdye eger li Antarktîkayê zêde bibin, ev yek wê bibe sedem ku faûna parzemînê biguhere. Tê texmînkirin ku ev zindî bibin sedem ku kevz, mercan û kefa deryayê zêde bibe.

Lêkolîner hişyariyê didin, eger germahiya global di vê astê de bidome wê mîdye û zindiyên mîna wan li Antarktîkayê zêde bibin. Di lêkolînê de hate xwestin, ku ev zêdebûn mîna hişyariyekê bê dîtin.

Di lêkolînê de her wiha hate xwestin ku hem li asta herêmî hem jî li ya navneteweyî tevdîr bên girtin.