Wê li INALCO’yê qursa mamosteyên Kurdî were destpêkirin

Li Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristaniyên Rojhilat a Fransayê (INALCO) li ser înternetê wê 30 saetan dersa Kurdî were dayin.

Yekîtiya Mamosteyên Kurd a Ewropayê (YMK) ji bo gihandina mamosteyên Kurdî projeyek pêşkêşî INALCO’yê kiribû. Ev proje hate qebûlkirin.

Serokê YMK’ê Abdullah Ûlûmaskan bang li ciwanên li Ewropayê kirin ku bila tevlî qursê bibin. Ûlûmaskan got: “Heta niha 20 hevalan serî li me dane. Ev qurs di asta sertîfîkaya C2yê de ye û wê ev sertîfîka bibe referanseke mezin. Ev nabe garantî ku wê hemû kesên xwediyê vê sertîfîkayê bibin mamoste lê Zanîngeha Sorbonê zanîngeheke navdar e.”

Ûlûmaskan got ku; “Wê ev qurs 30 saetan bidome. Ji 6’ê Tîrmeha 2020’an heta 10’ê Tîrmeha 2020’an wê bidome. Wê her roj 6 saetan ders were dayin. Kesên dixwazin tevlî qursê bibin divê heta 30’ê Nîsana 2020’an têkiliyê bi me re deynin.

Hate diyarkirin ku heqê qursê wê 500 eûro be û wê dersên ziman û wêjeya Kurdî, metodolojî, dîdaktîk, pedagojî were dayin.”

Ji bo agahî û têkiliyê

YMK E-Mail: ı[email protected]

Tel. 0157 77066113

Tel. 0176 72509932

Tel. 0176 84305690