Mirov vekişiyan malan, heywan daketin qadan

Heywanên ku mirovan beşeke zêde cinsê wan qetil kirine, di dema şewba Covîd-19’ê de daketin bajarên vikîvala.

Ji ber pêkanînên mayina li malê mirov ji kolanan vekişiyan. Ji Parîsê heta Dêrsimê gelek heywan daketin kuçe û kolanan. Wîçewîça çûkan zêdetir bû.

Li Dêrsimê ji ber ku park û baxçe vala min, pezkovî bi keriyan daketin qadan.

Li Parîsê jî werdek ji parkan derketin û daketin qadan. Polîsan werdek parastin û tu ceza li wan nebirîn. Li herêma Valde Marneyê jî du xezal daketin bajêr û mirovan dîmenê wan girtin.

Li welatê Galê jî bizin li ser peyarêyan geriyan. Li Îspanyayê jî Teyrên Tawis ji ser dîwarê parka Retîro daketin navenda paytextê.

Li kolanên Lophûrî ya Taylandê jî meymûn daketin kolanan. Hin dîmenên wan hatin weşandin, di dîmenan de tê dîtin ku bi sedan meymûn şer dikin. Li gorî gelek rojnameyan ji ber ku ji klanên cihê ne, meymûnan ev şer kirine. Lê ji ber birçîbûnê neçar mabûn ku werin ba hev.

Li Japonyayê jî ji ber ku mirov vekişiyan malan, tu kes neçûn Parka Narayê û xezal daketin kolanan.

Li bajarê Barselona ya Katalonyayê jî beraz daketin kolanan, polîsan xwestin berazan dûr bixînin.

Li Fransayê berazan êrîşî zadan kirin, gelek walîyan jî bi awayekî îstîsna destûra nêçîrê dan.

Li bajarê Chîcaco ya DYE’yê akvaryûma Sheddê deriyê xwe ji ziyaretvanan re girt û pengûen li nava avahiyê geriyan. Li West Odaklana Kalîfornayê jî elok daketin qadan.

Li Santîagoyê ya ku paytexta Şîliyê ye, pûmayekî ciwan hate dîtin.