Li Îkîzkoyê birîna darên zeytûnan ji aliyê gel ve hate astengkirin

Gundê Îkîzkoy a ku girêdayî navçeya Mîlas a Mogla yê xebatkarên Firmaya Santrala Termîkê ya Yenîkoyê qedexeya derketina ji derve ji bo xwe wekî fersent dibînin, xwestin darên zeytûnan bibirin. Gel nehişt dar werin birîn

Li Îkîzkoy a girêdayî navçeya Mîlasê, ji bo ku Santrala Termîkê ya Yenîkoyê komirê veguhêzin, qedexeya derketina ji derve ji bo xwe wekî fersend dîtin û xwestin darên zeytûnan bibirin.

Lê belê daxwaza fîrmayê ji aliyê gundiyan ve hate astengkirin. Gundiyan ji ber sedema binpêkirina zagona darên zeytûnan, li gel cendirmeyan giliyê fîrmayê kirin. Gundiyên Îkîzkoy ê di derbarê daxwaza birîna darên zeytûnan de di çapemeniyê de parve kirin, Platforma Jîngehê ya Mûglayê (MUÇEP) jî daxuyaniya şermezarkirinê da