Gelê Nubye ji bo hebûnê li ber xwe dide

Gelê Nubye ku xaka wan di navbera Misir û Sûdanê de hatiye parçekirin, ji bo parastina ziman û nasnameya xwe ya li ber tunebûnê ye, têdikoşe.

Gelê Nubye ku di nava serdemên dîrokê de qraliyetên xwe hebûn, vê demê li herêmeke li başûrê Misrê û bakurê Sûdanê asê mane. Tê texmînkirin ku nifûsa wan a li Misrê derdora 3-4 milyon kes in. Ji ber zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên serdema mordern, çand û zimanê wan li ber tunebûnê ne.

Cih û warê gelê Nubye bi giranî di sala 1971'ê de di nava ava gola Bendava Assûanê de man ku hingî ji aliyê Cemal Abdul Nasir ve hate çêkirin. Bi deh hezaran mirovên ji gelê Nubyeyê neçar man warê xwe biterikînin. Gelê Nubye xaka xwe ya li qiraxa çemê Nîlê ji neçarî terikand û neçar ma ya koçî xaka ziwa ya li başûr bike, ya jî berê xwe bide bajarên mezin. Gelê Nubye neçar hate hiştin ku zimanê Erebî 'bipejirîne'. Hejmara mirovên ji gelê Nubye yên bi zimanê xwe dikarin biaxivin tenê çend sed hezar kes in.

HER ZIMAN HEYE LÊ ZIMANÊ NUBYE NÎNE

Jibîrbûna zimanê gelê Nubyeyê bi bandora polîtîkaya asîmîlasyonê ya dewletê pêk hat. Li Misrê di perwerdeyê de cih ji gelek zimanên biyanî re tê veqetandin, lê belê zimanê Nubye yan jî Berberî li dibistanan nayê hînkirin.

Gelê Nubye ku zimanê wan li ber tunebûnê ye, ji ber polîtîkayên heyî metirsî li ser çanda wan jî heye. Lêkolîner Huseyîn Kobbara ku bi xwe ji gelê Nubye ye, diyar dike ku polîtîkayên heyî yên li dijî ziman tê meşandin 'nasnameya' gel jî tune dike.

HEWLDANÊN JI BO PARASTINA ZIMAN

Tevî van hemûyan jî hewldanên gelê Nubye yên ji bo parastina çand û ziman didome. Zaravayên 'Kenzî' û 'Fadîcî' yên zimanê Nubye heta niha bi giranî bi çanda devkî xwe gihandiye vê serdemê. Zimanê Nubye ewqasî kêm hate bikaranîn, di şerê 6 rojan ê sala 1973'an ê bi Îsraîlê re, artêşa Misrê zimanê Nubye ji bo kodên leşkerî bi kar anî.

Di salên 1990'î de bi saya karê zanyarên ziman, alfabeyek ji 24 tîpan ku nêzî Yewnanî ye hate amadekirin. Bi taybetî bi rêya teknolojiya vê dawiyê li ser çand, kevneşopî û mît ên Nubyeyê lêkolîn hatin kirin. Yê ku vî karî dike jî karsazek e ku navê "Komma Waîdî" (Çîrokên berê) li vî karî kiriye.

Hewldaneke din a ji bo parastina zimanê Nubye amadekirina ferhengê yee. Komek ji şêniyên Nubye ku par dest bi kar kir, bi zaravayê Kenzî ferhengek wergera bi zimanên Îngilizî, Erebî û Spanî amade kirin.

Ev ferheng vê gavê ji 230 gotinan pêk tê û bi alfabeya Erebî hatiye nivîsandin.

BI RÊYA TELEFONÊ HÎNBÛNA ZIMAN

Ji bo pêşî li tunebûna zimanê Nubye bê girtin ji bo telefonên vê teknolojiya dawî ferhengek hate amadekirin. Ferhenga ku bi zaravayên Kenzî û Fadîcî hate amadekirin heta niha ji aliyê 20 hezar kesî ve hatiye qeydkirin.

MAFÊ VEGERA LI XAKA XWE

Bi saya berxwedana wan a li dijî asîmîlasyonê, rêveberiya Misrê di sala 2014'an de 'mafê vegerê' ya gelê Nubyeyê xist nava destûra bingehîn. Xaka destûra bingehîn a navborî wê yekê destnîşan dike ku Nubyeyî di nava 10 salan de karibin vegerin.

Lê belê heta niha dewletê dest bi karekî bi vî rengî nekiriye. Her wiha xaka ji dema 'Qraliyeta Nubiyeyê' tevî ku di nava ava bendavê de nema ye ji aliyê artêşa Misrê ve tê kontrolkirin.