Li Kurdistanê wextê Guldexwînê ye

Guldexwîn li çiyayên Colemêrgê şîn bû. Kulîlka Guldexwîn ku bi biharê re li ser çiyê şîn dibe, mehekê naçilmise.

Kulîlka Guldexwîn an jî Gula Xemgîn li çiyayên Colemêrg, Êlih, Wan, Bedlîs û Erzîromê şîn dibe. Qaşo biryara parastinê li ser heye, lê ev cûreyê kulîlkê li ber tunebûnê ye.

Guldexwînên tên hevdan li navend û navçeya Colemêrgê bi lîreyekê tên firotin. Berê li her dera çiyê bi hezaran Guldexwîn şîn dibû, lê êdî kêm bûye.

Guldexwîn ku navê bihar û hêviyê ye, bi biharê re ji nû ve şîn bû.

Guldexwîn li bilindahiya ji hezar û 500 metreyî heta 3 hezar metreyî şîn dibe. Navê xwe di gelek çîrok û efsaneyan de heye. Li Colemêrgê her sibehê mîna rondikê çavan dilopên avê jê tên xwarê, lewma jê re 'Gula digirî' jî tê gotin. Li gorî çîrokeke din, dema ku Hz. Îsa li çarmixê xistin Dayika Meryem rondik barandin û ji ber ku ev gul bi rondikên wê şîn bû jê re 'Bûka bi girî' tê gotin. Di nava gel de jî jê re Guldexwîn tê gotin. Ji aliyê Xiristiyanan ve jî weke kulîlka pîroz tê dîtin.