Av paqij bû, xeml û bedewiya Venedîkê xuya kir

Piştî ku ji ber pandemiya vîrûsa koronayê liv û tevgera mirovan rawestiya, ava li Venedîkê jî paqij bû. Bi paqijbûna vê re xeml û rewşa Venedîkê jî xuya kir.

Ava Venedîkê paqij bû, xemla eko sîstemê jî xweştir xuya kir. Zoologekî xwecihî bi kameraya xwe dîmenê vê bedewiya li nava ava Venedîkê kişand.

Zoolog Mangonî got, "Êdî mirov binê kûrahiya 50 heta 60 santîmetreyî dibînin. Carna heta metroyekê dibînin.

Lêkolînerê enstîtuya zanyariyên deryayê ya Venedîkê Marco Sîgovînî ji AFP TV re axivî û got, "Li Venedîkê ne tenê trafîk û qirêjiya ji ber keştiyan kêm bû. Di heman demê de qelebalixî jî kêm bû ku ew jî şêweyekî qirêjiyê bû."