Ekolojîst Algedîk: Kapîtalîzmê maskeyek jî çênekir

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê ekolojîst Onder Algedîk têkildarî bandora kapîtalîzmê ya li ser vîrûsa koronayê got, "Kapîtalîzm dixwaze mirov û xwezayê talan bike. Maskeyek jî hilneberandin."

Vîrûsa koronayê 17'ê Kanûna 2019'an li bajarê Wûhanê yê Çînê derkete holê 3u heta niha nêzî 5 milyon kes pê ketine û zêdeyî 300 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Hejmara nexweş û qurbaniyan hîn jî zêde dibe. Piştî ku Rêxistina Tenduristyê ya Cîhanê (WOH) vîrûs weke pandemî ragihand, zaynaran û ekolojîstan têkildarî vîrûsê û belavbûna wê dest bi nirxandinê kirin.

Hinek kesan guhertina avhewayê, pêşketina pîşesaziyê, talankirina qadên xwezayî û hwd. weke sedemên rûdana vê krîzê nîşan dan. Gelo pêwendiya vîrûsê bi kîjan ji van heye?

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê û ekolojîst Onder Algedîk têkildarî vê yekê ji ANF'ê re axivî.

KAPÎTALÎZMÊ VÎRÛS BELAV KIR

Algedîk anî ziman ku pandemiya Covîd-19 li gorî hin kesan ji ber guhertina avhewayê, li gorî hinekan jî ji ber daxwaza kara zêde ya kapîtalîzmê derkete holê û destnîşan kir ku sedema bingehîn daxwaza zêde ya sermayedaran e ku êrişê dibe ser jiyana xwezayî û wê zêde kapîtalîst dike. Algedîk diyar kir ku kapîtalîzm pirsgirêkeke tenduristiya gel e û got, "Kapîtalîzmê hem guhertina avhewayê hem jî Covîd-19 kir belayê serê mirovahiyê. Ji ber ku vîrûs ji xwe bi milyaran sal in hene.

Mirovahî çend milyon sal in hene. Kapîtalîzm sîstemeke welê ye ku 200 sal in heye. Ev sîstem dikeve mala herkesî û tarûmar dike. Lewma rûdana tiştekî bi vî rengî gelekî asayî ye. Her wiha ji ber hilberîna kapîtalîzmê jî vîrûs zû belav bûye. Ev vîrûsa ku bi karsazekî çû Wûhanê ket, piştî ku vedigere Stenbolê li Gebzeyê bi karkeran hemûyan dixîne. Ev yek di nava 36 saetan de dibe."

KOLEDARIYEKE MEZIN HEYE

Algedîk diyar kir ku mirovahî li gorî 20-30 sal beriya niha hîn bêhtir bi kapîtalîzmê ve hatiye girêdan û got, "Kapîtalîzmê her tiştên me bi xwe ve girê daye. Mînak; marketên mezin li bajarokan jî belav bûne. Kapîtalîzm ji bo hilberîner û esnafên xwecihî ji holê rake dixebite. Lewma koledariyeke mezin heye.

Bidawîkirina vê girêdanê mixabin di nava kapîtalîzmê de nabe. Lê belê kapîtalîzm ketiye nava rewşeke welê ku nikare bê birêvbirin. Civak ji aliyê hîjyenê ve jî nezane ye. Ji ber ku kapîtalîzm vê naxwaze. Ji ber vê yekê kapîtalîzmê hem ji aliyê mal û milk ve hem jî ji aliyê îdeolojîk ve jiyana me talan kiriye."

MIROVAHIYÊ Û XWEZAYÊ TALAN DIKIN

Algedîk destnîşan kir ku kapîtalîzm ji bo aramî, kêfxweşiya mirovahiyê tiştekî nake û got, "Mînak ji 1'ê Çileyê dema ragihandina pademiyê heta 11'ê Adarê 20 qanûn hatin amadekirin. Heta 35 roj piştî ragihandina pandemiyê 21 qanûn li meclîsê hatin qebûlkirin. Gelo navokera van qanûnan çi ye? Ji bo 5 milyar dolarî budçeyê bide muteahîtên li Efrîkayê kar dikin qanûn hatin amadekirin.

Qanûna înfaza ceza hate amadekirin. Ne ji bo Selahattîn Demîrtaş lê belê ji bo berdana mafya qanûn hatin amadekirin. Çima tenê ev qanûn hatin derxistin? Ji ber ku kapîtalîzm dixwaze mirovahiyê û xwezayê talan bike. Maskeyek jî çênekirin. Mirov û xweza ji bo kapîtalîzmê ew tiştin ku divê kole bin û bên talankirin. Lewma divê civak fêhm bike ku karê kapîtalîzmê bi mirovan û xwezayê nemaye."

Algedîk di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê civak êdî berê xwe bide xweza û mirovahiyê.