Ji ber barîna teyrokê zirareke mezin gihişte cotyarên Kerkûkê

Dexl û danên cotyarên Kerkûkê beriya ku werin dirûtin, ji ber barîna teyrok û barana dijwar zirar dît.

Du roj beriya niha ji ber barîna teyrok û barana dijwar ya li herêma Kerkûkê bu sedem ku 3 hezar hektar zeviyên çandiniyê zirar dît.

Teyrok û barana dijwar zirarekî mezin ya bi qasî 3 hezar hektar da dexl û danên cotyarên Kerkûkê.

Îsal bi hezaran hektar zevî li Kerkûkê hatibûn çandin lê ji ber wê barîna zêde ya teyrok û baranê, ked û westandina pir cotyaran vala çû.

'ZIRAREKE ZÊDE GIHIŞTE COTYARÊN HERÊMÊ'

Cotyarekî yê herêma Şiwane a bajarê Kerkûkê Şêrko Nasîh derbarê ziyana ku gihişte dexl û danên wî ragihand: “Teyrok û baranekî pir zêde barî û di encama wê de ziyanekî zêde gihişt cotyarên herêmê. Dexl û danên wan têkçûn. 70 hektar zeviyên min bi xwe yên genim û ceh heye ku ji ber wê pêla barînê hemû şkestin û zirareke mezin gihişte me.”

'EGER HIKÛMET TEZMÎNATÊ NEDE ME, EM Ê SALEKE DIN NIKARIBIN ÇANDINIYÊ BIKIN'

Şêrko Nasîh axaftinê xwe domand û got: “Min heta wê kêliyê jî perê cotkirin û gubreyê nedaye, ji Rêveberiya Çandiniyê ya Kerkûkê daxwaz dikim ku ji bo zirara çêbûyî hesab bikin komîsyonekê bişînin û alîkariyê bidin me. Eger hikûmet tezmînatê nede me, em ê saleke din nikaribin çandiniyê bikin.”

Mixtarê gundekî yê herêma Şiwane Kerîm Hemedemîn jî derbarê heman mijarê axivî û diyar kir: “Pêlekî ya teyrok û baranê hat û hejmarekî zêde zeviyên çandiniyê ji ber wê zirar dît û ti berhemek nekarîn hilberînin.”

'COTYAR NIKARIN DEYNÊ XWE BIDIN'

Kerîm Hemedemîn her wiha bal kêşande ser deynên xwe ku nikarin bidin û wiha pê de çû: “Ew berhemên genim û ceh ji ber wê pêla teyrok û baranê hemû şkestine û ketine ser erdê û wê careke din şîn nebin. Ji ber ku hê jî çênebûne. Cotyaran ji ber ku cotkirin û gubre bi deyn pêk anîne û li benda pêvajoya hilberînê bûn da ku bikarin deynên xwe bidin, lê ji ber barîna zêde ya teyrok û baranê zirareke zêde dîtin lewma nikarin deynên xwe bidin.”

'JI CIHÊN PÊYVENDÎDAR DAXWAZIN KU ALÎKARIYA COTYARAN BIKIN DA KU BIKARIN CAREKÎ DIN ÇANDINIYÊ BIKIN'

Hemedemîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heta niha em baş nizanin ka zirar gihiştiye çend zeviyan. Lê em hewl didin û lêkolîn dikin ka li wê herêmê zirar gihiştiye çend cotyaran. Em ji hikûmet û aliyên pêyvendîdar daxwaz dikin ku alîkariyê bidin cotkaran da ku bikarin careke din karê çandiniyê bikin.”

'HÊ NEKARÎNE ASTA ZIRARÊ TESPÎT BIKIN'

Cîgira Rêveberiya Wezareta Çandiniyê ya Kerkûkê Ehlam Fexredîn derbarê bîlançoya cotyarên zirar dîtinî de axivî û ragihand: “Îsal zirarên teyrokê pir zêde ye, lê bi giştî hê nekarîne asta zirarê tespît bikin. Sedema wê jî ew e ku ji ber şewba koronayê qedexeya hatin û çûnê heye û li gorî pêwîst erkdar nikarin biçin ser kar.”

'WÊ KOMÎSYONEK BIÇE SERDANA HERÊMÊ'

Ehlam Fexredîn her wiha tekez kir ku wê komîsyonekê ji bo lêkolînê rêbikin herêmê û got: “Roja Yekşemiya hefteya bê em ê komîsyonekê ji bo tespîtkirina zirarê bişînin herêmê.”

Fexredîn di dawiyê de jî ew anî ziman: “Par jî hejmareke zêde ji cotyarên Kerkûk û herêmên nîqaş li ser ji ber şewitîna berhemên xwe ya di demsala Havînê de zirarekî mezin dîtin û me jî wek Wezareta Çandiniyê ya Kerkûkê tezmînat da gelek cotyaran.”