CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Li Awûstralyayê malik li çixarekêşan şewitî!
Li Awûstralyayê baca li ser tûtinê 12.5 ji sedî hate zêdekirin. Pakêta çixareyê ya klasîk jî bû 30 euro. Yên ku ji wesayita xwe çixareyê biavêje derve jî wê bi rengekî giran bên cezakirin. -
Bala civaka navneteweyî li ser vîrûsa Corona ye
Vîrûsa Corona li Çînê bû sedema mirina gelek kesî. WHO wê roja Pêncşemê biryar bide ku ji ber vê vîrûsê li tevahiya cîhanê rewşa lezgîn a navneteweyî ragihîne yan na. -
Guhertina avhewayê dikare bibe sedema penaberiyê!
Komîsyona Mafên Mirovan a NeteweyêN Yekbûyî hikum da ku yên ji ber guhertina navhewayê welatê xwe terikandine xwedî mafê penaberiyê ne. Ev biryar weke 'biryareke dîrokî' tê dîtin. -
Li Çînê vîrusek nepen der bû, mirov ji mirovan pê dikevin!
Ji ber vîrûseke nepen a ku li Çînê der bû, kesê çaremîn jiyana xwe ji dest dan. Li gorî pisporekî mirov ji mirovan bi vîrusê dikevin. -
Li Evûstûralya şewat, teyrok û bahoza tozê…
Li hinek herêmên rojhilatê Evûstûralya ku şewateke mezin lê didome, li gel baranê, teyrok û bahozeke mezin rabû. -
1 ji sedî ji 92 ji sedî yê mirovan bi du qatî dewlementir e
Rêxistina civaka sivîl Oxfam ragihand, 1 ji sedî yê dewlemendan ji 92 ji sedî yê mirovan bi du qatî dewlemendtir e. Ev neheqî bi taybetî zorê li jinan dike. -
Li Kanadayê pûk: Mal xuya nakin
Bajarê Saînt Jeanê yê Kanadayê di bin berfê de ma. Ji bo alîkariyê bangî artêşê hate kirin. -
Li Brezîlyayê ji ber lêhiyê 6 kes mirin
Li eyaleta Espîrîto Santo ya başûr rohilatê Brezîlyayê ji ber lêhiyê 6 kes mirin. -
Li Belçîkayê 185 hawîrdorparêz hatin destgîrkirin
Li paytexta Belçîkayê Brûkselê tevgera Extînctîon Rebellîon (Serhildana Tinebûnê)li dijî Hêwana Otomobîlê çalakiya protestoyî kir. 185 çalakger hatin destgîrkirin. -
Kevneşopiya Koşkar li Mexmûrê berdewam e
Koşkarî yek ji çand û kevneşopiyeke Kurdî ye ku li ber tinebûnê ye. Wargeha Mexmûrê xwedî li vê kevneşopiyê derdikeve. Koşkarê bi navê Ehmed Bîlen da zanîn ku di vê serdemê de karê koşkariyê her diçe winda dibe. -
Rêjeya zêdebûna nifûsa Elmanya kêm dibe
Li Elmanyayê rêjeya zêdebûna nifûsê ya sala 2019’an gihişte asta herî nizim a 7 salên dawî. Li gorî texmînên Odeya Îstatîstîkî ya Federal di sala 2019’an de rêjeya nifûsê nêzî 200 hezar zêde bû û gihişte 83 milyon û 200 hezarî. -
Tevî baranê jî Evûstralya dişewite
Li Evûstûralya ku şewat lê dom dike, piştî roja Pêncşemê roja Înê jî baran barî. -
Sektora otomotîvê wê nirxê emisyonê zevt neke
Piştî yasayên nû yên YE'yê ku nirxên emisyonan ên otobomîlan sînordar dike wê bi milyaran ceza li şîrketetên otobomîla were birîn. -
Li Efrîkaya Başûr 45 milyon kes di bin xetereya birçîbûnê de ne
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku 45 milyon kes di bin xetereya birçîbûnê de ne. -
Li Awûstralyayê asoxî baran hat
Li Awûstralyayê li herêmên ku şewatên mezin lê hene Pênçşemê baran hat. Hewa hinekî paqij bû. -
Salên bê dibe ku li cîhanê karesatên mezin rû bidin
Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî, 10 salên navbera 2010-2019'an serdema herî germ a gerstêrkê bû. Di salên bê de jî dibe ku bûyerên mezin ên meteorolojîk rû bidin. -
PBM: Em êrîşa li ser Şengalê şermezar û rûreş dikin!
Platforma Baweriyên Mezopotamya têkildarî êrîşa îro ya li ser gundê Dîgûr a Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û êrş şermezar kir. -
Li Efganistan û Pakistanê ji ber rewşa nebaş a hewayê 130 kes mirin
Li Efganistan û Pakistanê ji ber berfê, baranê û lehiyê zêdeyî 130 kes mirin. -
Mirovahiyê celebekî masiyan ê 200 milyon salî qelihand
Yek ji agahiyên herî nebaş ên salê ji Çînê hat. Masiyê bêvila xwe dişibe kevçî, ku 200 milyon salî sax ma, bû cûreyê destpêkê yê di sala 2020'î de tine bû. -
Dikandarên Amedê: Nebûna aramiyê sedema krîza aboriyê ye
Dikandarên Amedê anîn ziman ku derfetên gel ên ji bo kirînê kêm bûne û gotin, "Nebûna aramî û aştiyê sedema krîza aboriyê ye ku derfetên mirovan jî kêm dike." -
Komxebata ziman di roja 2'emîn de ye
Komxebata Tora Çand û Ziman a li Amedê di roja duyemîn de ye. -
Şewata mezin a li Awûstralyayê nîşaneya metirsiyeke mezin e
Awûstralya hîn jî dişewite. Li Sydneyê ji 19'ê Kanûnê ve rewşa awarte heye. Leşker hewl didin gel veguhezînin. Li gorî raporekê nêzî milyarek heywan şewitîne. -
Koordînasyona Heskîfê: Hîn jî dereng nîne!
Koordînasyona Heskîfê bang li raya giştî kir û ji bo rizgarkirina Geliyê Dîcleyê got, "Hîn jî dereng nîne." -
Şewata li Awûstralyayê: Dûman gihiştiye Emerîkaya Başûr
Li Awûstralyayê ji ber şewatê bi dehan kes û bi sed milyonan heywan miribûn. Hate ragihandin dûmana vê şewatê gihiştiye Şîlîyê ya ku 12 hezar kîlometreyan dûr e. -
Jin li ber pêşnûmeya 'efûkirina destavêtina li zarokan' rabûn
Jin li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî pêşnûmeya AKP'ê daketin qadan ku AKP dixwaze bi rêya guhertinekê, kesên dest diavêjin zarokan bi rêya zewacê efû bike.