Geliyê Îdirê di bin gefa tinebûnê de ye

Parlementerê HDP’ê yê Îdirê Habîb Eksîk bal kişand ku HES a ku li ser Çemê Arasê bê çêkirin wê Geliyê Îdirê zuha bibe, wê çandinî û lawirvaniyê tine bike û gel mexdûr bibe.

Santrala Hîdroelektirîk (HES) a li ser Çemê Aras ê li gundê Karakurt a navçeya Qamûşan a Qersê tê çêkirin, Geliyê Îdirê tehdît dike.

Geliyê Îdirê bi taybetmendiya xwe ya ‘mîkroklîma’ li gorî derdor xwedî avhewayekî hê germtire. Geliyê Îdir ê xwedî qadeke 20 kêlometreyî ye, li gel avhewaya xwe ya germ, xwedî erdê berhemdar ê çandiniyê ye. Geliyê Îdir ê ji aliyê Çemê Aras ve tê avdan yek ji herêmên herî berhemdar ê çandiniyê ye. Eger ku avhewa baş be, qeysî, xox, hilû û dîsa pembû, pincarê şekir, genim, che û pitat jî tên hilberandin.

Îdir a xwedî 200 hezar nifûsê ye beşeke mezin a wê li ser çandinî û lawirvaniyê debara xwe dikin. Geliyê Îdirê hemû pêwîstiyên hilberînê yên gelên herêmê pêşwazî dike. Geliyê Îdir ji ber HES’ê bi tinebûnê re rû bi rû ye.

TEXRÎBATÊN EMZIN WÊ PÊK BÊN

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îdirê Habîb Eksîk bal kişand ku HES a ku li ser Çemê Arasê bê çêkirin wê Geliyê Îdirê zuha bibe, wê çandinî û lawirvaniyê tine bike û gel mexdûr bibe. Eksîk diyar kir ku Çemê Aras çavkaniya avdaniyê ya deverên çandiniyê yên li Geliyê Îdirê ne. Eksîk got: “Bi HES a li ser Çemê Aras bê çêkirin re deverên çandiniyê yên li Geliyê Îdir ku xwedî avhewayekî zuha ye, wê pirsgirêka avê hê mezintir bi xwe re bîne. Bi hezaran cotkarên ku debara xwe bi çandinî û lawirvaniyê dikin mexdûr bibin, wê çandinî û lawirvanî ber bi tinebûnê ve biçe. Çavkaniya gelê Îdirê çandinî ye. Bi hezaran kes debara xwe bi çandinî û lawirvaniyê dike.”

GEL Û XWEZAYÊ NAFIKIRIN

Eksîk diyar kir ku bi HES û bendavan xwezayê qetil dikin û got: “Hişmendiyên ku gel û xwezayê nafikirin, her tiştî ji bo berjewendiyên xwe tine dike. Bi HES û bendên çêdikin, dibin sedemê tinekirina bi hezaran cûreyên zindiyan. Ji ber sedemê tinekirina sîsema xwezayê rê li ber nexweşiyên belav dibin vedike.”