Li Îzmîrê operasyona li dijî endamên CHP’ê: Derbarê 157 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn

Li Îzmîrê Şaredarê berê Tunç Soyer û Serokê CHP’ê yê Bajêr Aslanoglû jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. Derbarê 157 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn.

OPERASYONA LI DIJÎ CHP’IYAN

Di çarçoveya lêpirsîna ku Dozgeriya Komara Îzmîrê li dijî Şaredariya Bajarê Mezin ê Îzmîrê dayî destpêkirin de, Şaredarê berê Tunç Soyer û Serokê Bajêr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 157 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn.

Alîkarê Serokatiya Giştî ya CHP’ê Murat Bakan li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî vê operasyonê da û diyar kir ku ew ê li dijî vê bêhiqûqiyê piştevaniya xwe û têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.