CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Îhaleyên qetilkirina jiyana xwezayî
Di îhaleyên ji aliyê Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê bin navê tûrîzma nêçîrvaniyê ya li ser lawirên jiyana xwezayî de, bi 100 hezaran lîre digre, lawirhez jî nerazîbûn nîşanî vê didin. -
Bi xerîteyekê herêmên ku asta birçîbûnê lê hate nîşan dan
Bernameya Xorek a Cîhanê bi xerîteya înteraktîf amade kirî, herêmên ku herî zêde birçîbûn lê heye nîşan da, di serî de Sehel li gelek herêman ji nîvê zêdetir a nifûsa herêmê birçî ne. -
HES dibe sedema felaketên xwezayî
Serokê Van Çev-Derê Alî Kalçik diyar kir ku demên dawî ji ber HES ên li Erdîş, Şax û Bêgirê hatine çêkirin, felaketên xwezayî rû didin. -
Dibe ku 10 milyon zarok venegerin dibistanê
Rêxistineke civaka sivîl a Îngîliz diyar kir ku ji ber bandorên ekonomîk ên koronavîrusê dibe ku 10 milyon zarok venegerin dibistanê. -
Li Sibaryayê şewat didome
Li herêma Sibiryayê ya Rûsyayê ji Çile ve şewat didomin. -
Li YE'yê daristan ji aliyekî ve têne çandin, birîn jî zêde dibe
Li xaka YekîtiyaEwropayê (YE) qadên daristanî van 25 salên dawî her çendî zêde bûbe jî, nexasim van salên dawî birîna daran hema hema bi qasî nîvî yên salên bihurî zêde bûye. -
NY’yê bang li rêveberan kir ku rêya ‘enerjiya paqij’ hilbijêrin
Sekreterê Giştî yê NY’yiyê Antonîo Guterres, bang li hemû rêveberên li cîhanê kir ku piştî Covîd-19 ji bo plana zindîkirina aboriyê ‘rêya enerjiya paqij hilbijêrin’. -
Li Perûyê 51 ji sedî yê qeşayê heliya
Li gorî daxuyaniya Saziya Avê ya Neteweyî ya Perûyê (ANA), ji ber germahiya global di nava 50 salên dawî de 51 ji sedî yê qeşayê heliya ye. -
Dêra Axtamara, taybetmendiya xwe ya dîrokî winda dike
Dêra Axtamara ya dîrokî ku li Girava Axtamara ya li ser Gola Wanê ye, beşê wê yên hundir ji ber ne nûjenkirinê tine dibe. Wêneyên li ser mîmariya dêrê ya hundirîn beşek mezin ê wê ji ber nenûjenkirinê dihilweşe. -
YNK'ê li dijî êrişên dewleta Tirk bang li Bexda û NY'ê kir
Koma Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) a li Parlamenta Iraqê, bang li hikumeta Iraqê û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku êrişên dewleta Tirk rawestînin. -
PE li dijî pençeşêrê komisyoneke taybet ava dike
Parlamentoya Ewropayê (PE) bi piraniya dengan qebûl kir ku li dijî pençeşêrê komisyoneke taybet were avakirin. -
Li rojavayê Elmanyayê dibe ku volkan çalak bibin
Li rojavayê Elmanyayê li herêma Eîfelê volkan ji bin erdê derdikevin jor. Tê diyarkirin ku li herêmê piştî 11 hezar salan volkan dîsa çalak bûne. -
Maske ziyanê didin ekolojiyê
Maske yên ku ji bo xwe ji Covîd-19'ê biparêzin têne bikaranîn, ji ber ku bi nezanî têne bikaranîn ziyanê didin ekolojiyê. -
Ji Platforma Parastina Hewselê daxuyaniya 5'ê Hezîranê
Platforma Parastina Hewselê derheqê Roja Hawîrdorê ya Cîhanê got, ''Li Hewselê ku di lîsteya mîrateyên cîhanê ya Unescoyê de ye, behsa projekê tê kirin li ser qadeke darî ya 600 donimî kafe, navendên kirîn û firotinê û bêrman çêbikin.'' -
HDP: Li Tirkiyê hilweşîna ekolojîk zêde dibe
HDP'ê got li Tirkiyê Roja Hawîrdorê ya Cîhanê wê nikaribe were pîrozkirin û got, ''Êrîşên li ser hawîrdorê û sirûştê zêde dibin'' -
Mêşvan hem xwe ji koronayê diparêzin hem jî hingiv hildiberînin
Mêşvan Hecî Adil Baran diyar kir vîrûsa koronayê bandoreke neyînî li ser karên wan kiriye û got, “Em li nav xwezayê hingiv hildiberînin. Heta ji me tê em naçin bajar û xwe diparêzin." -
Germa global: Li Awûstralyayê golek dimiçiqe
Li Awûstralyayê ava gola Neûsîedlê kêm dibe. Tê diyarkirin ku ji salên 1960’î û vir ve tu carî av evqasî kêm nebûye. -
Qada Qeşayî a Antartîka dibe ku zû bihele
Li gorî lêkolîneke nû ya ku li Antartîkayê hatî kirin, dibe ku ji ya ku texmîna wê tê kirin zûtir qeşa bihelin û ava okyanûsan pir rabe. -
COP26 careke din hate taloqkirin
Civîna Bilind a Avhewayê ya 26'emîn ku yek ji civînên herî girîng ên navneteweyî yên li dijî germahiya global e, herÎ kêm salekê hate taloqkirin. -
Bedewî û jiyana li dora Gola Wanê tê talankirin
HES û Bendavên ku li derdora Gola Wanê tên çêkirin, li gel zindiyan her wiha xwezayê jî talan dikin. -
Li Hindistanê germa pir zêde dibe
Li bakurê Hindistanê germa pir zêde dibe. Li Paytext Delhiya Nû germa bû 47 pîle. Hê ji ber germayê mirina kesî nehatiye ragihandin. -
Li Fransayê krîza otomotîv
Li Fransayê ku sektora otomatîvê di nav krîzeke mezin de ye hikûmet ji bo ku firotina wesayitên bi sirûştê re li hev zêde bike gelek plansaziya alîkariya pereyekî zêde dike. -
Daristan dibe ku hîn bêhtir bişewitin
Li gorî lêkolîneke ku li Awûstralyayê hate kirin, şewata daristanan a ku par welat bir ber felaketeke mezin a ekolojîk, wê dema bê hîn bêhtir û demdirêj rû bidin. -
Gundê Tilêtînê bi rengê biharê xemilî
Bi hatina biharê û zêdebûna germahiyê re xweza ji nû ve geş bû. -
Li DYE'yê kesên ku dixwazin biçin parkê dixin nav xelekê
Li DYE'yê li New York an jî San Francîscoyê rêgezên mesafeya sosyal li park û baxçeyan jî hate bicihanîn.