Li gundê Muluyê li dijî ocaxa keviran kampanya

Di navbeyna gundê Mulu yê Dersimê û navenda Dersimê de ocaxeke keviran ev 15 salan dixebite. Ji bo ku ev ocaxa keviran were sekinandin kampanyaya îmzeyan dest pêkir.

Kampanya bi sernavê, "Ji talankirina sirûştê re na, bila ocaxa keviran a li gundê Mulu ya Dersimê were girtin" tê kirin. 

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em vê ocaxa keviran ku zirarê dide gundê me, ava me, ajal, nebat û zindiyên me, naxwazin."

Di daxuyaniyê de bang  li şaredarî, rêxistinên civaka sivîl, hawîrdorparêz û mirovên baldar hate kirin ku destekê bidin kampanyayê.

Kampanya li ser malpera Change.org didome.

Kesên ku dixwazim tevlî kampanyaya îmzeyan bibin dikarin pê li lînka jêr bikin.