Boldaş: Bi zîhniyeta talankirinê madenvanî nabe
Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr ya TMMOB’ê Canfidal Boldaş li hemberî madenvaniya li Çewligê nerazîbûnên xwe nîşan da.
Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr ya TMMOB’ê Canfidal Boldaş li hemberî madenvaniya li Çewligê nerazîbûnên xwe nîşan da.
Li Çewligê roj bi roj kanên madenan û projeyên bendavan zêde dibin ku ev yek jî zirareke mezin didin xweza û daristanên herêmê. Li herêmên Gêxî û Dojeha Reş madenvaniya zêrî heye û darên li herêmê tên birîn. Ji ber avaniya erdnigariyê li bajêr Santralên Enerjiya Rojê (GES) tên avakirin û qadên xwezayî yek bi yek tên tunekirin.
Tevî nerazîbûnên gel jî hejmara projeyan roj bi roj zêde dibin û girêdayî vê yekê daristaniya bajêr jî her ku diçe kêm dibe. Bêdaristanîbûn bandoreke xirab li mêşvanî û sewalkariyê dikin ku debarên bajêr ên sereke ne û ev yek li herêmê rê li ber koçberiyê jî vedike.
Li Çewligê 113 qadên madenê hene. Li bajêr madenvaniya zêr, paxir û çînkoyê bi awayekî zêde tê kirin û qadên madenvaniyê bi taybetî jî li derdora Gundê Servîn ê navçeya Dara Hênê û navçeya Gêxî zêde bûne. Ev qadên madenê yên li herêmên berbehs hem zirareke mezin didin hewayê paqij hem jî zirareke mezin didin avên herêmê û şîrket jî ji bo qadên madenê rêyan vekin, darên li herêmê dibirin.
Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajêr ya TMMOB’ê Canfidal Boldaş têkildarîmijarê ji ANF’ê re axivî. Boldaş diyar kir ku polîtîkayên bêdaristanîkirinê bi awayekî sîstematîk tê sepandin û anî ziman ku tehrîbata ekolojîk ya li bajêr ber bi talaneke mezin ve diçe.
‘MADEN GEFAN LI JIYANA LI HERÊMÊ DIXWIN’
Boldaş ev yek anîn ziman: ‘’Çewlig bi awayekîsîstematîk bûye armanca polîtîkayên bêdaristanîkirinê. Ev talan bes ne li dijî hebûnên xwezayî di heman demê de li hemberî jiyana li herêmê jî weke gefekê ye. Ev pêvajoya ku girêdayî madenvanî û projeyên enerjiyê tê birêvebirin, rê li ber koçkirin û jicihûwarbûna gelê li herêmê vedike.’’
‘EM MADENVANIYÊ BI TEMAMÎ RED NAKIN’
Boldaş di dewama axaftina xwe de diyar kir ku weke endazyarekî hawirdorê ew bi temamî ne li dijî madenvaniyê ye û got: ‘’Weke mirovên teknîkî em madenvaniyê bi temamî red nakin; lê belê ev kiryar ji hewcehiyên gel derbas bibin û bes di çarçoveya berjewendiyên aborî de werin kirin wê demê talana karesata xwezayî dest pê dike. Xweza dikare di nava xwe de hin tiştan heya astekê tolere bike lê belê gava sînor hatin derbaskirin wê zirarên mezin rû bidin. Daristan hefikên karbonê ne. Dema daristan tên tunekirin xazên karbonê nayên girtin û ev yek jî germbûna gerdûnî zêde bi lez dike. Krîza avûhewayê ya ku em îro rû bi rû ne jî encameke van poltîkayên rûxîner in.’’
‘DI BIN NAVÊMADENVANIYÊ DE HIN TIŞTÊN DIN TÊN ARMANCKIRIN’
Boldaş piştre anî ziman ku li Çewligê gelek maden tên derxistin û got: ‘’Li Gundê Olmez ê girêdayî navçeya Gêxiyê madenvaniya zêrî tê kirin. Ev kiryarên ku di bin navê madenvaniyê de tên kirin, dewlemendkirina şîrketan, tunekirina daristanan û valakirina herêmê armanc dikin. Kiryarên madenvaniyê bi awayekî rasterast bandorê li çandinî, sewalkarî û avên li herêmê dike. Hevsengiya ekolojîk bi lez têk diçe.
Teqînên ku di projeyên madenvaniyê de tên kirin, toz û avên qirêj çavkaniyên avê yên li ser rûyê erdî û binerd qirêj dikin. Ev yek jî bi awayekî rasterast bandoreke xirab hem li tenduristiya herêmê hem jî ya gel dike. Her wiha çandinî û sewalkariyê jî tune dike.’’
‘DIVÊ MADENVANIYEKE RÊZÊ LI XWEZA Û CIVAKÊ DIGIRE WERE PÊŞXISTIN’
Canfîdal Boldaş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê madenvaniyeke ku rêzê li xweza û civakê digere were pêşxistin û ev yek anîn ziman: ‘’Madenvanî ne bi zîhniyeta mêtingehkariyê; divê di çarçoveya hewcehiyên gel de û bêyî zirardayîna xwezayê were kirin. Ger wisa nebe wê hem krîza ekolojîk hem jî karesata civakî zêde bibin. Divê dewlemendiyên xwezayî yên Çewligê werin parastin û li hemberî vê tehrîbatê gel were serwextkirin.’’