Li Mexmûrê ji bo şehîd Zîlan merasîma bîranînê

Li Wargeha Mexmûrê şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) bi wesîleya salvegera şehadeta xwe hate bîranîn.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna Şehîd Zîlan (Zeynep Kinacî) şevek ya bîranînê lidar xistin. Bernameya bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê bi tevlîbûna çalakvan û xelkê wargehê ve bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar Qîmet Nerexî axaftinek li ser têkoşîna Şehîd Zîlan kir.

Qîmet Nerexî di kesayeta Şehîd Zîlan û şehîdên meha Hezîranê de tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Di pêvajoyek wisa de dîtin ku hevala Zîlan çiqasî Rêbertî fêmkirin, di xeta jina azad de çiqasî bikaribe li ber xwe bide, têkoşîn bike û wê têkoşîna gelê Kurd çawan bide afirandin li hemû cîhanê daye fêmkirin. Bi vê boneyê em dibêjin Şehîd Namirin,  Jin Jiyan Azadî.”

Piştî axaftina vekirinê, şeva bîranînê bi helbest û stranan dewam kir. Her dawî jî lîstoka şanoyê ya ku têkoşîna Şehîd Zîlan pênase dikir, hate pêşkêşkirin.