Saziyên Êzidiyan kuştina Besma Ekîncî bi tundî şermezar kirin

Saziyên Êzidî yên daxuyaniyek nivîskî dan, nerazîbûn nîşanî qetilkirina jina Êzidî ya bi navê Besma Ekîncî ku ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin û gotin: "Kuştin hovan e ya jina Êzidî Besma Ekîncî sedema rabûna civakê ye."

Di 15'ê Nîsana 2020'an de li herêma Eînbeck a nêzî bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê, jina Êzidî Besma Ekîncî ku dayika 3 zarokan bû, ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû qetilkirin.

Saziyên Êzidiyan; Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan, Hevgirtina Ciwanên Êzidî, Meclîsa Şengalê ya li Dîasporayê, Navenda Çanda Êzîdxanê, Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê û Meclîsên Gundên Êzidiyan ên Bakur, têkildarî mijarê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li nava civakeke ku bi dehan caran ferman lê rabûye, kiryarên bi vî rengî neasayî ne, nayê fêhmkirin û qet nayê qebûlkirin.

Saziyan diyar kirin ku ew vê êrişkariyê li dijî tevahiya civaka xwe dibînin, bi tundî şermezar dikin û bang li civakê dikin li hemberî vê hişmendiya barbarî têbikoşe.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku ev çanda kujer teqez ne çanda Êzidiyan e, qet pêwendiya xwe bi bîr, bagerî û felsefeya wan re nîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev çandek desthilatdariya baviksalarî ye ku herî dawî di kesayeta jina Êzîdî de li tevahî civaka me hate kirine û dûrî mirovahiyê ye. Hemû berpirsyarên nûnerên civaka me divê li dijî vê hişmendiya dijminatiya jiyanê û mirovahiyê bi biryar, tundî û bênavber helwest bigrin. Her wisa qet nayê qebûlkirin ku kiryarên wiha bi navê olan, çandan an jî qederê bên rewakirin."

Saziyan diyar kirin ku wê nehêlin di kesayeta jinên Êzidî de çanda berxwedana xwedawendên pîroz bê tinekirin û destnîşan kirin, "Em li hemberî vîna azad ya jinên Êzîdî rêzdar in û bi hev re ji bo jiyanek bi edalet, demokrasiyê, wekhev û azad têbikoşin.

Li ser van esasan em bang li tevahiya civaka xwe; mêr, jin, ciwan û her kesên azadîxwaz dikin ku li dijî kuştina jinan helwest nîşan bidin. Bêdengî û bêhelwestî piştgirî û pejirandin e!"