Xwezaya Geliyê Zîlan tê qetilkirin

Geliyê Zîlan ê di dîroka komarê de yek ji qetlîamên herî mezin lê hate kirin, niha xwezaya wê jî tê qetilkirin. Bi avakirina HES’an hem êrîşî xweza hem jî êrîşî nifûsa wê tê kirin.

Gavên hikûmeta AKP-MHP’ê ya talankirina erdnîgariya Kurdistanê û bê mirovkirin bê navber dewam dike. Li Geliyê Zîlan ê li navçeya Erdîş a Wanê bi armanca tinekirinê ji nû ve avakirina HES’an destpê kir.

Ji ber avakirina HES û bendavan a li Bakurê Kurdistanê texrîbatên mezin gihişte jiyana xwezayî. Bi hezaran cûrên şînatî û lawiran ên li gelî tine bûn, çandinî û lawirvanî gihiştiye asta tinebûnê. Bi sedan gund û gundik man di bin avê de. Bi hezaran kes neçar man koçber bibin.

Li Geliyê Zîlan a dikeve sînorê navçeya Erdîş a Wanê Santrala Hîdroelektirîkê (HES) a sala 2014’an hate destpêkirin, li ser nerazîbûnên gundiyan di sala 2015’an de bi biryara daniştayê rawestandibû. Tevî vê di demekê de ku şewb heye bi rengekî bêdeng xebatên avakirinê ji nû ve destpê kirin. Bi awayekî lez û bez şev û roj bi sedan karker û mekîneyên kar, kar dikin.

Di qetlîama 13’ê Tîrmeha 1930’an li Geliyê Zîlan hate kirin de, li gorî daneyên fermî 15 hezar, her wiha li gorî daneyên ne fermî jî 50 hezar kes hatibûn qetilkirin. Piştî qetlîamê 45 gun hatin şewitandin û hilweşandin. Dewletê bi darê zorê gundên li herêma Zîlan ji destê gundiyan derxistibûn, bi hezaran kes sirgûn kiribûn. Dewleta Tirk axa ku dest danîbû ser ango dagir kiribû welatiyên Ozbekî/Kirgizî yên ji Asya Navîn û Efganistanê anî bûn bi cih kirin.