'Çemê Zîlanê divê bi rengekî azad biherike'

Serokê ÇEV-DER a Wanê Alî Kaçlik nerazîbûn nîşanî HES'an da yên li Geliyê Zîlan tên çêkirin û got, "Mîna Heskîfa dîrokî divê bendê danînin pêşiya çemê Zîlanê. Dîrok û xwezaya me divê neyên qetilkirin."

Nerazîbûna li Santralên Hîdroelektrîk (HES) dewam dike, ku li navçeya Erdîş a Wanê li Geliyê Zîlan tên çêkirin. Komeleyên civaka sivîl bi taybetî jî gelê herêmê li ber çêkirina HES'ê radibin. Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê (Van-Çev-Der) Alî Kalçik got, yên ku ava çavkaniya jiyanê ji bo berjewendiyên xwe yên bazirganiyên gemarî dikin û vediguherînin malekî bazirganiyê, ji gelek neyîniyên li xwezayê berpirsyar in.

Serokê Çev-Derê Alî Kalçik bi bîr xist ku av li xwezayê bêberdêl pêşkêşî her zindiyî hatiye kirin, lê belê hêzên serdest ev maf kiriye amûrek bazirganiyê. Kalçik diyar kir, ku ji ber feraseta kapîtalîst rûyê erdê  gemarî bûye û gef li jiyana mirovan hatiye xwarin.

Kalçik ragihand ku ji bo peydakirina enerjiyê, bi her şêweyên kapîtalîst ên hov xisar li çavkaniyên xwezayî tên kirin û bendan datînin pêşiya avê. Kalçik destnîşan kir ku ji ber çêkirina HES'an û bikaranîna sotemeniya fosîl, îro gefeke mezin li ser mirovahiyê heye."

'DIVÊ ZÎLAN BI RENGEKÎ AZAD BIHERIKE'

Kalçik destnîşan kir, ji bo pêşî li nexweşiyên şewbê bê girtin divê çareseriyeke mayinde bê dîtin, ku ew jî neqirêjkirina avê ye, destberdana ji kiryarên ku zerarê didin xwezayê û zindiyan e, bikaranîna enerjiya xwenûkirinê ye. Kalçik got, "Mîna Heskîf a mîrateya dîrokî, divê bendê danînin pêşiya çemê Zîlanê, divê xwezaya me, dîroka me neyê qetilkirin. Kaniya Spî, Bendî Mahiye û Zîlan ku bedewiyên xwezayî û dîrokî yên Wanê ne, divê neyên talankirin.

Kanîspî qada masiyên bi deqên sor e, Çemê Zîlanê jî qada jiyanê ya masiyê Wanê ye. Ev her du çavkaniyên xwezayî divê neyên gemarîkirin. Çemê Zîlanê ku bi dehan zindiyên endemîk lê ne divê neyê qirêjkirin. Berê bi biryara dadgehê çêkirina HES'an li ser çemê Zîlanê hatibû rawestandin, lê belê ji nû ve bi rengekî bêhiqûqî HES tên çêkirin. Ava xwezayê divê nebe malekî bazirganiyê. Zîlan divê bi rengekî azad biherike."